Polîtîk

Kirîza êkonomî rojeva civîna hikûmeta Kurdistanê

Civata wezîrên herêma Kurdistanê, roja çarşemiyê 16.01.2016ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, civya.Di destpêka civînê de, serokwezîrê herêma Kurdistanê ew yek zelal kir ku civîn taybete bi rewşa êkonomî, çewaniya rûbirûbûna kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê û ew gav û tedbîrên hikûmet ji bo çareseriya kirîzê diavêje û werdigire. Serokwezîr behsa wê yekê kir ku, ev haletek giştiye û ne bi tenê rewşa herêma Kurdistanê, lê belê wê rewşê bandor li ser welatên mezin jî heye û hemû ew welatên pişta xwe bi dahatiniyê nefê bestine ji vê kirîzê ziyan û zerar dîtine, lê nizimbûna buhayê neftê mezintirîn ziyan bi herêma Kurdistanê gihandiye.Li dor sedemên çêbûna vê kirîzê jî, serokwezîr ew hokar yek bi yek diyar kirin weke; birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve, şerê dijî DAÎŞê, hatina zêdetir ji yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê û ya ji hemûyan jî bi êştir, nizimbûna buhayê neftê, van hemû hokaran bandoreke xerap li ser rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê dirust kir, û rêjeya xerciyan jî gelek ji dahatiniyê pêtir bû.Barzanî got: Hikûmet li xerapî û bargiraniya hevwelatiyan têdigihe û em dizanin ji sala 1991ê were heta nuha kirîzên bi vî awayî li herêma Kurdistanê çênebûne, ji bona vê yekê jî divê hikûmet biryar bide û xwe bi wê dahatiniya heye îdare bike. Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, eger peyamên cuda ji aliyê mediya, partiyan û wezîran ji bo hevwelatiyan biçin, şaşhevfêmkirin, alozî û tevlîhevî dirust dibe.Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê nikare pere çap bike, nikare qeriz jî bike: Em bi tenê ne, di demekê de em li şûna hemû cîhanê şerê DAÎŞê dikin, di warê êkonomî de ji bona rûbirûbûna DAÎŞê tu alîkariyên êkonomî ji bo herêma Kurdistanê nehatine kirin…. Em daxwazên wezaretan û wîlayetan têdigihin, ji bona derbasbûnê ji vê rewşê pêwîstiya me bi hemû aliyan heye, divê em rastgo bin, di warê îdarî û darayî de me kêmasî hebûn, divê em destê xwe bigirin, siyaseta guvaştinê û hindek biryarên giran bidin, lê ev yek têra nake, divê em çaksaziyên cidî bikin û em hemû bi hev re ji bona derbaskirina vê rewşê hevkar bin.Di civînê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, behsa wan gavên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona derbaskirina vê kirîzê avêtine kir û got ku, ji bona rûbirûbûn û çareserkirina vê kirîzê, serokatiya hikûmetê û aliyên peywendîdar berdewam dicivin û dûvçûnê dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê di vê kirîzê de bi tenê ye û divê tevî destgirtinê û siyaseta guvaştibê, divê gavên çaksaziyê jî bên avêtin.Talebanî got ku ev rewş bi başî nehatiye zelal kirin û divê hevwelatî û aliyên siyasî jî baştir û zelaltir rastiya rewşê û kirîza heye têbigihin û divê hikûmet ji bona zelalkirina rewş û kirîza heye kampaniyayekê dest pê bike û wezîr û berpirsên hikûmetê baştir rewşê ji raya giştî re zelal bikin û bidin fêmkirin.Cîgirê serokwezîr got ku, eger buhayê neftê wek xwe bimîne û xercî jî weke xwe bimînin, barê herêma Kurdistanê hêşta girantir dibe, ji ber hindê divê em destê xwe bigirin û siyaseta guvaştinê peyrew bikin, destgirtin û guvaştinê tu peywendî bi çaksaziyan ve nîne. Beşek ji pêngavên çakaziyê diberçavan re derbaskirina çendmiaşî, bindîwar (kesê ku miaş werdigire û tu dewaman nake) û dabîkirina edaletê di miaşan de, tevî kêmkirina piştgiriya darayî bo soemeniyê ji bo sektora karebê daku hevsengî di dahatinî û xerciyan de çêbe û nehêlan û çareserkirina needaletetiyê di sîstema miaşan de.Li dor wê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê nîv miaş daye wezareta perwerdeyê, Qubad Talebanî got: Hindek ji saziyên mediyayê behsa nîv miaşî kiriye, lê newisa ye weke mediya dibêje, rastî eve; hîngê ew qas pere ji bo dabînkirina nîv miaş li cem wezareta fînansê hebû, hindek alî û saziyên ragehandinê bi mebest ji vê yekê îstfade kir û xerap bikar anî. Miaşê tu kesî nafewite û nîva din jî tê dabeşkirin.

Back to top button