Polîtîk

Hilbijartin Xilas Bûn Niha Dema Çareseriyê ye

 Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku wê prosesa legalbûnê bibe serî, di 7-8ê Çiriya Paşîn a 2015an de bi beşdariyeke fireh li Amedê civiya, prosesa siyasî guftûgo kir û her weha ji bo karûbarên legalbûnê dest bi amedekariyan kir.Meclîsa PSKê da zanîn ku her çiqas ku di hilbijartinên 1ê Çiriya Paşîn de AKP bi tena serê xwe bûbe desthilatdar jî,kêşeyên mezin yên Tirkiyeyê, bi lihevhatin û hevkariyeke civakî dikarin bên çareserkirin. Piştî ku hilbijartin xilas bûn û pirsa avakirina hikûmetê hat çareserkirin, divê niha jî hemû kar û xebat ji bo çareserkirina kêşeyan bên kirin.Meclîs di civîna xwe de derbarê bûyer, şer û pevçûnên piştî 20 Tîrmehê qewimîn nirxand û derbarê vê prosesê de van tespîtan parve kir; Di sê mehê dawî de bûyêrên salên 1990î tînin bîra mirov qewimîn. Bajarên Kurdan careke din hatin şewitandin. Bi hezaran mirov cih û warên xwe terikandin, bi sedan mirov hatin kuştin. Ji ber ku feraseteke berfireh ji bo çareserkina kêşeya kurdî nehat nîşandan, prose gihîşt vê merheleyê.Prosesa Çareseriyê ku di sala 2013an de destpêkiribû, ji bo çareserkirineke mayînde û wekhev hewl nehatiye dayîn û bi polîtikayên rojane yên hikûmet û PKKê hat hebakirin.Li gel tecrubeyên sih salî yên dawî, hikûmet hê jî dibêje “Hetanî terorîstek jî li ser erdê nemîne em ê nesekinin.” PKK jî bi kolandina xendekan bajarên kurdan ji dewletê re dike wek hedef.Meclîsa me bang li hikûmet û PKKê dike û dibêje divê hikûmet dev ji operasyonan berde û terka feraseta tûndiyê bike. Her weha divê PKK jî dev ji polîtikayên xwe yên ji gelê Kurd re ji êş û weranbûnê pêvetir tiştek nayne terk bike.Kêşeya Kurd bi tundiyê nahê çareserkirin. Gava sereke; divê navê kêşeyê bi awayeke rast bê dayîn. Kêşeya Kurd, kêşeya neteweyek û azadkirina welatekî ye. Ev kêşe, bi qebûlkirina nasname û hemû mafên neteweyî dikare bê çareserkirin. Bi rêzgirtina diyarkirina çarenûsa gelê kurd, bi qebûlkirina statuyeke federe ji bo Kurdistanê dikare bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî çêkirina destûreke nû pêwîst e.Careke din ji destûra nû behskirin ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Destûreke ku wê bê çêkirin divê li gor pîvanen hiqûqa navneteweyî be.Destûra nû divê li ser esasên pluralî, azadîxwazî, demokratîk, dewletek hiqûqê bê çêkirin.Divê destûra nû li rastiya Tirkiyeyê ya plûral; pir neteweyî, pir zimanî, pir çandî û pir dînî bê spartin.Bi awayeke berbiçav, destûreke ku wê hebûna gelê Kurd û mafên neteweyî garantî neke wê wek destûreke nû nehê dîtin û kêşeyên Tirkiyeyê jî nikaribe çareser bike.Divê destûra nû hemû maf û azadiyên kêmneteweyên etnîk û dînî garantî bike. Demokratîkbûna destûra nû, di prosesa çêkirina wê de bi beşdariya hemû aliyên civakî mimkun e. Di çêkirina destûra nû de, ne bi tenê lihevkirina çar partiyên di parlementoyê de cih girtine, divê beşdarbûna partiyên Kurdistanî ku li derveyê parlementoyê mane jî girîng bê dîtin.Meclîsa me ji bo çareserkirina kêşeyan û bi awayeke aktîf beşdarbûna di prosesa çêkirina destûra nû de hevkariya bi hêzên Kurdistanî re girîng dibîne. Mafên rewa yên neteweyî û demokratîk ji bo di destûra nû de cih bigrin hewcedarî bi hevkarî û helwêsta Kurdan heye. Partiya me ji bo armanceke bi vî rengî, bi derdorên Kurd re danûstendinê wek erkeke neteweyî dibîne. Partiya me di vê serdema girîng ku Tirkiye dijî de hevkarî û diyaloga hemû derdorên demokrat û azadîxwaz hewce dibîne.Meclîsa PSKê di civîna xwe de ji bo prosesa legalbûnê karûbarên xwe diyar kir û li gor vê yekê endamên xwe wezîfedar kir. Ji bo rojanekirina bername û rêziknameyê, diyarkirina lijneya hîmdaran, nûkirina saziya rêxistinî û ji bo têkiliyên bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re komîsyon hatin avakirin.Meclîsa me piştî 41 salên dijwar yên îlegaliyê di serdama nû de ji bo mil bidin xebateke eşkere û qanûnî bang li hemû endam, alîgir û sempatîzanên xwe dike. Partiya me dide zanîn ku bi hevkariya hemû hevrêyên me yên kevn ku di salên borî de bi me re xebitîne lê paşê bi awayekî ji partiyê dûr ketine kêfxweş bibe.Partiya me bi raya giştî re parve dike ku wê bi biryardarî û di dema xwe de karûbarên legalbûnê pêk bîne.Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, bi wefata endamê me û rêvebirê me yê bi salan, Serokê Giştî yê HAKPARê Fehmî Demîr xemgîn e, ji malbat û hemû nas û dostên wî re sersaxiyê dixwaze.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button