Polîtîk

Hişmendiya netewî me dighîne serkeftinê

Tevgera Ciwanên Kurdistanê 1ê Îlonê li ser bûyerên li Bakur çêdibin û siyaseta kurdewaî daxûyaniyek belav kir. Tevger şerê ne ji bo dewletbûnê be, şerê kurdan nabîne. Daxuyanî:ŞERÊ LIHEVKIRÎ Û REWŞA KURDANTêkoşîna netewî ew e ku mirov di serî de hemû xisarên ku wê bike bizanibe lê dîsa jî bi tesellîya serxwebûnê/dewletbûnê hemû xisaran bide ber çav û têbikoşe. Ji ber ku armancek heye û ev armanç, ji holê rakirina sedema bingehîn a hemû xisarên madî û manevî ye. Ger armanca têkoşînê ne ev be, wendayîyên heyî wê tenê ji netewa ku têdikoşe bibe xisar û di heman demê de wê fêdê bide dagirkeran.Em li ser çend pirsên di der heqê şerê demên dawî de ku li Kurdistanê diqewimin serê xwe biêşînin, emê karibin bi awayeke çêtir bûyeran binirxînin.1. Dema dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê komkujîyan dike;parlamenterên HDPê ku di bûyerên Gezî, krîza Yûnanîstanê, bûyera Hopayê û hwd. de bi hesasîyeta(!) xwe derdiketin pêş çima heman hesasîyetê ji bo Kurdistanê nîşan nadin?2. Çi maneya wê heye ku ji alîyeke bi dagirkeran re şer dikin û li hemû derê “xweserîyê” îlan dikin, ji alîyê din jî bi dagirkeran re hikûmetê ava dikin? Paşeroja Tirkîyeyê ji bo wan ji paşeroja Kurdistanê girîngtir e?3. “Xweserîyên” ku hatin îlan kirin, ji xeynî ku Kurdistanê bikin qada şer û bibin sedem ku Kurd bêne kuştin bi kêra çi hatin? Wê hesabê bi hezaran Kurdên ku piştî îlankirina xweserîyê ji navçeyên xwe koçber bûn kî bide?4. “Pêvajoya çareserîyê” ku berî hilbijartinê bi demek kurt qedîya, piştî hilbijartinan hatibû wê astê ku careke din dest pê bike. Her du alîyan jî di vê derbarê de daxuyanîyan didan. Tesaduf e ku piştî hilbijartina zûwext misoger bû dîsa şer zêde bû? “Pêvajoya çareserîyê” ku berê ew qas bûyer qewimîn lê neqedîya, tenê di demên hilbijartinan de diqede. Ev fêdê dide kîjan alîyan?5. Şerê ji bo demokratîkkirina dewleta Tirk a dagirker û birêvebirina vî şerî li Kurdistanê çi fêdê dide Kurdan?Dema em di bin ronahîya van pirsan de pêvajoyê binirxînin emê bibînin ku bûyerên diqewimin bi tenê zirarê didin Kurdan. Ji ber ku tu şerê ku armanca wî ne serxwebûn be fêdê nade Kurdan. Ji dehê yeka enerjîya ku ji bo “biratîya gelan” tê bi kar anîn ji bo Kurdistanê bihatana bi kar anîn, wê gelek tişt biguherîyana.Ger bi dehan zarokên ku li Kurdistanê ji alîyê dagirkeran ve têne kuştin nabe sedem ku bi qasî parka Gezîyê deng derkeve, divê ewilî yên ku li ser navê Kurdan û li ser pişta Kurdan sîyasetê dikin bên pirsiyar û nîqaşkirin. Kuştina zarokan naye qebûlkirin û em dagirkeran careke din nelet dikin.Dermanê hemû nexweşîyên ku tên jîyîn, hişmendîya netewî ye. Divê Kurd bi hişmendîya netewî xwe ji vê şerê lihevkirî jî ji alîyên vî şerî jî dûr bigirin û bala xwe bidin têkoşîna bo dewletbûnê.An na di encama vî şerî de, wek ku anka dibe, wê navçeyên me û di paşerojê de jî bajarên me bên valakirin. Têkoşîna dûrî ji hesabên hilbijartinên dagirkeran û bi hişmendiya netewî bo dewletbûnê, wê me bigihîjîne serkeftinê.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ01.09.2015 

Back to top button