Cîhan

Fransa dê çekên modern bi pêşmerge bide

Serokê Fransayê, Franswa Holand, duhî li Parîsê, pêşwazî li şandeya balaya wezareta karûbarên pêşmerge a bi serokatiya Mistefa Seyîd Qadir wezîrê pêşmerge û endamtiya hijmareke fermandarên pêşmergeyên Kurdistanê kir û di civînekê rewşa cenga dijî terorê gotûbêj kir.

Şandeya wezareta pêşmerge bi hûrgilî ji sewrokê Fransayê re behsa rewşa bereyên cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞê kir û got ku, pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi çek û cebilxaneya pêşkeftî û modern heye, wezîrê pêşmerge got:

Pêwîstiya me bi çekê pêşkeftî heye daku bikarîn wî dijminî jinav bibin yê ku di meha çileya paşîna îsal de li Parîsê çend hevwelatiyên fransî kuştin û bi awayekî hovane hevwelatiyên me dikuje û ew dijmin ji bo ser hemû cîhanê metirsî ye.

Serokê Fransayê piştevaniya xwe ji bo dabînkirina pêdawîstiyên pêşmerge bi çek û cebilxaneya pêşkeftî nîşan da û got: 

Ez dê daxwazê ji wezîrê parastinê bikim daxwazên we li berçavan bigire û di demke zû de wan daxwaziyan cîbicî bike. Wezîrê parastinê dê di nava çend heftiyan de serdana herêma Kurdistanê bike daku ji nêzîk rewşa bereyên şer û pêdawîstiyên pêşmerge bişopîne.

Şandeya wezareta pêşmergeyê Kurdistanê di berdewamiya serdanan xwe ya bo Parîsê de û piştî civîna digel serokê Fransayê, civîneke berfireh digel kesatiyên navdarên fransî, dostên Kurdistanê, nivîskar û rewşenbîrên fransî û revenda kurdî li Parîsê saz kir û di civînê de wezîrê pêşmerge rewşa şerê dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdisdtanê bi ser çekdarên DAÎŞ de behis kir.

Herwesa şandeya wezareta pêşmerge li ofîsa nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Parîşê digel şirovekar û pisporên akademiya fransî ya têkeliyên navdewletî civiyan û li ser rewşa herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Li Parîşê şandeya herêma Kurdistanê serdana akademiya xwendina balya parastina neteweyî ku, mezintirîn nawenda xwendina pîşeyîya leşkerî ye li Fransayê û efserên derece bilind  perwerde dike, kir. Şandeya Kurdistanê ji aliyê serokê akademiyayê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de çend pirsên têkeldar bi cenga dijî terorê ve nirxandin.

Di roja dawiyê ya serdana xwe de şandeya wezareta pêşmerge serdana parlamentoya Fransayê kir û digel komîteya peywendiyên derve ya parlametoya Fransayê civiyan û çend mijarên giring gotûbêj kirin.

Şandeya wezareta pêşmerge a bi serokatiya Mistefa Seyîd Qadir wezîrê pêşmerge, ji general Sîrwan Barzanî berpirsêm mihwerê 6, general Ezîz Weysî fermandarê hêzên Zêrevanî, general Salar Îbrahîm Sabir cîgirê rêvebirê senterê operasiyên hevbeş, general Hejar Omer Hejar rêvebirê hevahengî û têkekliyan li wezareta pêşmerge û general Bextiyar Mihemed Sadiq fermandarê lîwaya 16 pêkhatibû.

Back to top button