Cîhan

Îran û welatên 5+1 li hevkirin

Piştî 8 roj civîn û gotûbêj, Amerîka, Fransa, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Almanya (welatên 5+1) û Îran li ser pirsa çareserkirina kirîza atomî li hev kirin.

Serokê Amerîka di daxuyaniyekî de keyfxweşiya xwe ji bo vê li hevhatina da xuyakirin. Herweha Îran jî vê li hevhatinê wek serkeftinekî radigihîne.

Wezîrê derve yê Amerîka ji bo rolê Tirkiye di van gobêjan de spasiya Tirkiye kir.

Tê zanîn ku di herêmê de Îran desthilatdariya xwe berfireh dike. Bûyerên Iraqê, Suriye, Libnan û Yemenê de çêdibin bandora Îranê gelek vekirî dixuyê.
 
Îran di nava welatên Îslamî de ji bo desthilata xwe bi hêz bike misilmanên şîe radike ser pîyan.

Ji aliyek din Îran dixwaze çekên atomî çêbike û ev yek di herêmê de Îsrail û cîhanê de jî Amerîka û welatên YE ne rihet dike.

Evê demek dirêj bû Îran xwe nêzikî çareseriyekî nedikira. Lê piştî Welatên Erebî li dijê desthilata Îranê li Yemenê bûn xwedî helwest û di serî de Siudî û welatên kendavê erîş birin ser Yemenê, Îran kerta xwe ya atomî li himber Rojava leyizt.

Herweha di herêmê de sedemê piraniya nexweşiyan dewleta Îranê ye. Lê dixweyê ji bo tewezinek pêkwerê welatên Rojava hinek çareseriyan digerin.

Li herêmê de welatê ku bi helwest li dijê Îranê disekine Îsrailê. Ji ber ku hêzbûna Îranê heyina Îsrail dike metirsiyê de.

Herêm dikele, rojane tewezin tê guhertin.
Bê guman herkes di van bûyeran de berjewendiyên xwe dide pêş. Hêviya Kurdan jî ewe ku di vê pêvajoyê de dewletek Kurdî jî bibe rastiyek ya herêmê. Belkî jî ragihandina dewletek Kurdî bibe sedemê îstikrarê û pêkanîna tewezinê di herêmê de.

Back to top button