Cîhan

Pişgiriya hukumeta Çekî berdewam e

Şêwermendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Komara Çek kir û di wê hevdîtinê de heyeta Çekî  eşkere kir ku wê tîmeke nûjdarên Çekî ji Kurdistanê re dê were şandin da ku hevkariya çareserkirina birîndarên şerê dijî terorîstên DIŞIê bike

Îro Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Komara Çek ya bi Serokatiya berpirsê fermangeha mekteba Serokkomarê vê welatî Yan Fulik kir.

Di hevdîtinê de ku Konsukusê Komara Çek yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, heyeta Komara Çek kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û herwiha jiber pêşkerftin û aramiya heyî ya li Kurdistanê de jî destxweşiya berpirsên Kurdistanê kir.

Her di vê hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Komara Çek hate kirin û hate gotin ku destpêka peywendiyên han bi serdana dîrokî ya Barzaniyê Nemir bo paytexta vê welatî destpê kiriye û her du alî tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peywendiyên han û hevkariyên heyî yên di warên curbicur de hate kirin.

Heyeta Çekî herwiha eşkere kir ku wê di wan rojan de tîmeke nûjdarên Çekî ji Kurdistanê re were şandin daku hevkariya çareser kirina birîndarên şerê dijî terorîstên DIŞIê bike û di demekî de ku hun şerê dijî tevgereke terorîstî ya navnetewî dikin erkê tevahiya aliyane ku bi her awayî hevkariya we bikin.

Back to top button