Şaredarên Qoserê li ciwanên xwe xwedî derkevin!..
Van 2-3 rojan li Qoserê li dor 30-40 ciwanên Qoserê bi awayekî hovane êrîşî miletê me yên ji Rojavayê Kurdistanê hatine dikin.
Bi sloganên ‘bijî serok Apo!’ êrîş dikin û dibêjin yên ji Sûrî hatine bila derkevin ji Qoserê, heçî kesên ku reviyane û hatine ‘bênamûsin’ û gelek gotinên beradayî tir jî dikin.
Do bi şev li dor 30 kes li hember nexweşxaneya kevin xortekî ji Rojavayê Kurdistanê hatibû girtibûn û lêdixistin!..
Li gor wan ne’kesan ew xort ji ber ku ji şer reviyaye hatiye Qoserê ‘bênamûse’ û ew 30 kes li xortekî bêsûc civiyan e mêrxasin!.. Min fêm kir hûn ehmeqin belkî jî nezanin ma qey şaredarên Qoserê ji vê rewşê re dengê xwe dernaxînin!..
Li Rojavayê Kurdistanê PYD/YPG sîstemeke faşîzan bi kar tînin û dibêjin kesên ku me naecibînin bila bicehemin û ji vir derkevin!.. Gava ku ew kesên ji ber vvê zilma wan direvin tên bakurê welatê xwe jî li vir jî HDP/BPD mîsyona vê bi cih tîne.
Gelo xelkê me yên ji ber vê zilmê direvin wê çi bikin?
Kerem bikin 5 deqa xwe di dewsa wan xin û piçekî bi axlaqî û însanî bifikirin gelo hûn bûna we yê çi bikira?
Ereb li bajarên Kurdistanê dibin serokê ‘Kartonan’ û Kurd jî dibine xayin?
Ku şaredarên Qoserê dernekevin li civanên xwe xwedî dernekevin ew jî hevparên vê rezaletê ne?
Ji bo parastina Beşar hûn berê xwendekarên Kurd ji zanîngehan didine kuştinê û kesên li dijî vî şerê bê wate jî xayin/dijmin îlan dikin.
Ku hûn fikra azadiya Kurdistanê kevneperestî û ji qewla we be ‘îlkel milliyetçi’ dibînin û bê fedî û bê exlaq hûn dibêjin me fikra azadiya Kurdistanê ‘avêtiye qutîka gemarê’ çima hûn mejiyê Kurdan dikin qurbana dagirkerên Kurdistanê?
De fêm bikin bê Kurd ji bo çi ji Kantonan direvin!..
Têbinî: Ev nivîs ji Facebookê ji rûpela birêz Ali Akkoyun hatiye girtin