Gotara serok Barzanî û helwesta YNKê
Maomste Cafer endamê berê yê serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di gotareke xwe de jê navê (gotara serokê herêma Kurdistanê û helwestê Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê) di rojnameya Kurdistanî Niwê de belavkiriye û di nivîsa xwe de bi dirêjî behsa helwestê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo ragehandina dewleta kurdî û bêdengiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li hember gotara serokê Barzanî û serxwebûna Kurdistan dike.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li roja pêncşembiyê 03.07.2014ê li parlamentoya Kurdistanê gotareke pêşkeş kir û tê de behsa referedûma serxwebûna Kurdistanê kir, ev gotara serok Barzanî bû mijara rojevasiyasî li herêma Kurdistan, Îraq, Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda, nivîskar dibêje:
– Polîtbûro û serokatiya YNKê bi fermî tu têbînî û helwestên zelal û raset-rast nîşan nedan, her weke vê bûyera dîrokî, dûr û nêzîk peywendî bi YNKê ve nebe, hilbijartina bêdengiyê di vê kêlîkê de, hilbijardinek ne minasib, neçaverêkirî û bi ser êşe ye, YNK ne hêzeke biçûk û şêlûye ku xwe di quncikek nediyar û tarî de veşêr e û tu kes haydarî reaksyon û helwestê wê nebe.
Mamoste Cafer dinivîse ku, YNK xwedî cemawer e û cemawerê wê dixwaze bizane divê rewşa nazik û dîrokî de helwetstê YNKê çiye û çênabe YNK bêdengiyê hilbijêre:
– Dema biryareke neteweyî a çarenivîsaz tê dan, çavê hemû cîhanê li ser paytexta Kurdistanê ye û polîbûroya YNKê bêdengiyê hilbijêr e, bêdengî çê dibe li hember hezaran sedem û pirsiyaran rast be, lê bêdengî li hember pirsa mafê çarenivîs û ragehandina dewleta Kurdistanê, cîyê gotûbêj û ravekirinê nîne. Canê berpirsiyariya dîrokî, siyasî û netweyî ji serokatiya hêzeke siyasî dixwaze li hember vê berpirsiyariya bi dest keftiye, bi rastgoyî û emenet rû birûyê berprisyariya dîrokî bibe……Gelo YNK bi gotara serok Barzanî re ye yan dixwazin rêyek din bigirin?
Endamê berê yê serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di nivîsa xwe de dibêje ku, divê polîtbûroya YNKê bi zelalî û eşkere helwesta xwe ya neteweyî îlan bike û dudil nebe, endam, alîgir û dengderên wê dixwazin ew di sewîyeya bûyeran de be û helwesta xwe li hember ragehandina dewleta kurdî bi zelalî diyar bike:
– Îraq weke dewlet bi dawî hatiye û carekew din bi hêsanî dirust nabe ve, niha Îraq de facto weke salên pêş peymana Sykes-Picot bi ser sê ”dewletan” de dabeş bûye.
Serokê herêma Kurdistanê bi hemû wan berpirsiyariyên rû bi rûyê wî bûne, divê bêdengiyê û çaverêkirinê hilbijêre yan biçe parlamentoyê û digel hêzên siyasî bicive? Serokê herêma Kurdistanê bi emanet ve, bi wezîfeya xwe rabû, çû parlamentoyê û gotara xwe ya dîrokî ji bo encamdana rapirsiya serxwebûna Kurdistanê pêşkeş kir, serokê herêma Kurdistanê dizane dewleta Îraqê hilweşaye, gemiya dewletê di nav deriyayeke pir pêl de ye û jêr av dibe, dinivîse mamoste Cafer.
Amadekirin: NH