Li Kurdistanê çend Nûner û Konsolxaneya welatan hene?
Kurdistana Iraqê li demên cenga cîhanî ya yekem û paşê jî li gel welatên cîhanî yê sêyem bi awayeke berdewam peywendiya xwe hebû. Li gel wê yekê jî bi dirêjahiya dîrokê Herêma Kurdistanê li gel beşên dinê Iraqê li warê siyasî û serbazî ve herêmekî wekî defakto hatiye danpêdan û qebul kirin. Ji bilî wê jî ew hewlên siyasiyên Kurdan ya ji bo xweseriyê, gelek caran dibûn sedema operasyonên serbazî yên Bexdayê û carna jî wekî ku li bajarê Helebçeyê jî rûdabû rastî êrîşên çekên kîmyayî bûye. Li gel wê yekê jî Kurdan piştî şerê sala 1991 carekî din karîn şoreşê bikin û ji bo xwe rêvebirineke xweserî ava bikin. Li roja îro de gelek welat bi awayeke raste rast li gel Kurdan hewldane peywendiyên siyasî, aborî û diblomasiyê pêkbînin. Li vî warî de ew nûnerayetî û nivîsîngehên diblomasiyên derekî ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene evin:
Ew Nûnerayetî û Nivîsîngehên Diblomasiyên Welatên Derekî ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene.
1- Konsolxaneya Komara Erebî ya Misir
2- Serkonsolxaneya Brîtanya
3- Serkonsolxaneya Komara Fransa
4- Serkonsolxaneya Komara Elmanya Federal
5- Serkonsolxaneya Komara Îslamiya Îranê – Hewlêr / Silêmanî
6- Serkonsolxaneya Şahnişîna Urdin
7- Serkonsolxaneya Desthilata Niştîmaniya Filistin
8- Serkonsolxaneya Rusya
9- Serkonsolxaneya Komara Tirkiye
10- Serkonsolxaneya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika
11- Nivîsîngeha Konsolxaneya Komara Îtalya
12- Nivîsîngeha Balyozxaneya Komara Koriya
13- Nivîsîngeha Konsolxaneya Romanya
14- Nivîsîngeha Balyozxaneya Şahnişîna Swîsre
15- Konsolxaneya Îmarata Erebî ya Yekgirtî
16- Nivîsîngeha Peywendiya Balyozxaneya Şahnişîna Holanda
17- Nivîsîngeha Bazirganiya Awusturya(Nemsa)
18- Nivîsîngeha Peywendiya Bazirganiya Komara Çek
19- Nivîsîngeha Bazirganiya Komara Erebî ya Misir
20- Nivîsîngeha Bazirganiya Yunan
21- Konsolxaneya Fexrî ya Şahnişîna Danîmark
22- Konsolxaneya Fexrî ya Japon
23- Konsolxaneya Fexrî ya Îspanya
24- Konsolxaneya Fexrî ya Rusya ya Spî
25- Konsolxaneya Fexrî ya Slovakya
26- Nivîsîngeha Bazirganiya Kirwatya(Hirwatîstan)
27- Nivîsîngeha Peywendiya Fermî ya Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr
28- Ajansa Hevkariya Navdewletiya Japon
29- Ajansa Hevkariya Navdewletiya Koriya
30- Nivîsîngeha Peywendiyên Herêmiyê Xaça Sor
2.1 Nûnerayetiyên Derekî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Berî sala 1991 ew partiyên siyasiyên li Kurdistana Iraqê da hebûn li gelek welatan nûnerayetiya xwe ya siyasî vekiribûn. Piştî sala 1991 jî bi tenîşta nûnerayetiyên xwe yên siyasî nûnerayetiya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveya Iraqê vekirin. Li vê çarçêweyê da Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan nûnerayetiyên li welatên derve vekirine evên li xwarê ne :
1- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awustralya
2- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturya (Nemsa)
3- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa
4- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa
5- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya
6- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îran
7- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya
8- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya
9- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rusya
10- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îspanya
11- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêd
12- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swîsre
13- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Şahnişîna Brîtanya
14- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka