Cîhan

Li Swêdê rewşa azadiya çapemeniyê xerab tê dîtin

 

“Qanûn bandorê li azadiyê dike.”

Ji Nûçegihanên bêsînor Urban Löfqvist dibêje sedema xerabbûna azadiya çapemeniyê ya li Swêdê qanûna Dezgeha Pêlgir a Swêdî ango FRA-lagen û tehdîd û şideta li hemberî rojnamevanan e.

Ji sala 2010an ve Swêd ji rêza nehan ketiye ya dehan û ev jî dike ku ew ji aliyê azadiya  çapemeniyê ve li Skandînavyayê dibe welatê herî xerab. Rapora ku vê agahiyê dide ji aliyê rêxistineke navneteweyî ya azadiya çapemeniyê ve hatiye çêkirin ku ji 150 kesên nûçegîhan, rojnamevan û hiqûqzan pêk tê.

Rêxistin pîvana xwe li gora krîterên cuda çê dike. Hin ji van krîteran  bûyerên weke xwesensûrkirinê û zordestiya ekonomîk ya li ser kesên di karê rojnamevaniyê de ne. Bi temamî 179 welat di pîvana vê rêxistinê de derbas dibin. Li gelek welatên din jî qanûnên weke qanûna  Dezgeha Pêlgir a Swêdê hene ku weke sîstemeke kontrolê dixebitin. Lê li gora Löfqvist qanûna Swêdê ji gelekên din girantir e.

Löfqvist dibêje qanûna Dezgeha Pêlgir aSwêdê ango FRA-lagen ji qanûnên hin welatên din ên ewropî ku bi heman armancê hatine danîn gelekî hişktir û dijwartir e. Di nirxandinê de ev jî hatiye hejmartin. Em tirs dikin ku qanûnên wiha bandoreke  negatîv li azadiya çapemeniyê dikin. Em bi zelalî nizanin eger ji ber van qanûnan rojnamevan xwe bi xwe sansûr dikin an na, lê belkî ew nawêrin înternetê bi awayekî azad bi kar bînin. Qanûnên wiha karin bibine sedema tirs û xofê.

Löfqvist dibêje ji ber vê sîstema hisk a kontrolê dibe ku rojnamevan  nikaribin agahîdêrên xwe bihemînin. Ew dibêje her çiqasî ku şideta li hemberî rojnamevanan li Swêdê pirr neyê dîtin jî divê xetere cidî were dîtin.

Divê mirov şidetên bi vî rengî biçûk nebîne. Li gorî raporekê ku ji aliyê komeleya rojnamevanên swêdî û rêxistina giştî ya polîsan ve hatiye amade kirin, mirov dibîne ku tehdîda li dijî rojnamevanan li Swêdê ji texmînan zêdetir e. Löfqvist dibêje rîsk heye ku di pêşerojê de ev gelekî cidîtir bibe.Ji ber tiştên wiha rojnamevan ditirsin. Îro gelek rojnamevan ji dêlva ku înternetê bi kar bînin ji bo pêwendîdanînê an nameyan ji hev re dişînin an jî rû bi rû hevdu dibînin.

Amadekar: Serwet Şahîn (Zeyale)

 

Back to top button