CivakFlaş

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Êzdiyan dike

Serokê Heröma Kurdıstanê Nêçirvan Barzani,Cejna Cemayê li hemwelatıyên Êzidî pîroz kır.

Peyama Nêçirvan Barzani

Cejna Cemayê li tevahiya welatiyên me yên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê bin pîroz dikim. Hêvîdar im cejnek aram û tenahî derbas bikin û hemû cejn û helkeftên bên bi xêr û xweşiyê pîroz bikin.

Dîsa hemû welatiyên me yên Êzdî û tevahiya pêkhatên Kurdistanê piştrast dikim ku wek herdem em ê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan dê her wek war û welatê pêkvejiyana aştiyane bimîne.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2026

Back to top button