
Îran danûstandinên bi DYA re red dike: “Ti wateya danûstandinê bi dijminekî ku peymanan dişkîne re tune”
Serokê Îranê Mesûd Pzişkiyan daxuyaniyên ku deriyê pêvajoyek nû ya danûstandinê bi DYA re digirin, dan.
Di demekê de ku aloziyên di navbera Îran û DYA de berdewam dikin, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan derbarê pêvajoya danûstandinan de daxuyaniyek balkêş da. Mesûd Pizişkîyan bi îdiaya ku DYA pabendî peymanên berê nebûye, got, “Ti wateya danûstandinê bi dijminekî ku her tim cezayan ferz dike, kuştinan dike û peymanan dişkîne tune.”
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan re civiya.
Di daxuyaniya xwe ya di dema civînê de, Mesûd Pizişkîyan got, “Pirsgirêka me bi DYAyê re ev e ku her gava em li ser maseyê rûdinin, ew şer li ser me ferz dikin,” û her wiha got ku rêveberiya Washingtonê di dema danûstandinan de sê caran êrîşî welatê wî kiriye, ku wî ev yek wekî “nîşan dide ku DYA ne li diyalogê digere lê belê dixwaze Îranê hilweşîne” nirxand.
Mesûd Pizişkîyan bi îdiaya ku welatê wî gelek caran rastgotiya xwe ya di derbarê çalakiyên nukleerî de îspat kiriye, got ku Îran welatê herî zêde ji hêla Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ve tê kontrolkirin e, lê DYA bi ‘îdiayên bêbingeh’ zextê li Îranê dike.
Mesûd Pizişkîyan destnîşan kir ku wî ji Neteweyên Yekbûyî re diyar kiriye ku ew ji bo vekolîn û diyalogê di derbarê çalakiyên nukleerî de vekirî ne, lê di dema her vekolînê de, navendên nukleerî û zanyarên Îranî têne destnîşankirin û rastî kuştinê tên.


