FlaşPolîtîk

PDK-S daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Hesen Keleş dike

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya daxwaza eşkerekirina çarenivîsa mamosteyê revandî Hesen Keleş kir û got ku ev tawan ewlehiya welatiyan û ya navçeyê bi giştî dixe metirsiyê.  

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê di daxuyaniyekê de got, Hesen Erefat Keleş jidaykbûyê sala 1970 ye û endamê encûmena herêmî ya PDK-S her weha mamosteyê Felsefê ye, roja Çarşemê 30 Êlûnê li Girkê Legê ji aliyê kesine nenas ve hat revandin, û bo cihekî nediyar hat veguhestin û ta niha tu aliyî berpirsiyaretiya xwe ser revandina wî ranegihandiye.

PDK-S got ku ev kiryarên terorî di vê qonaxa hestiyar de ku Sûriyê û dever tê re derbas dibe, gefê li ser ewlehî û aramiya welatiyan û ya tevaya deverê çêdikin.

PDK-S got jî ku desthilata Sûriyê û taybet ya xwecihî li deverê berpirsiyaretiya temam ser vî karî terorî hildigre, û daxwaz ji hêzên ewlekariyê û aliyên pêwendîdar kir ku bi berpirsiyaretiya xwe rabin û lêkolînan bikin da ku hûrgiliyên bûyerê werin diyarkirin û encamderên tawanê werin girtin û bi awayekî herî tund werin sizadan.

PDK-S di daxuyaniya xwe de ji aliyên siyasî û komîtên mafên mirovan û dezgehên civaka sivîl xwest ku destwerdaneke bilez bikin û fişarê li desthilatê bikin da ku bi erkê xwe rabin ji bo serbestberdana Hesen Keleş û vegera wî bi selametî bo malbat û kesûkarên xwe.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got, her derengketinek ji aliyên berpirs tirsê li ser jiyana wî zêde dike, û fakterên çêbûna tevgereke nerazîbûnê li cem malbat, heval û xelkê deverê bi temamî zêde dike.

Back to top button