
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Çend biryar li ser Îranê di destê min de hene û ez ê di demeke nêzik de wan biryaran bidim. Biryara me çi bi rêya hêsan be yan bi rêya dijwar, em ê bixin warê cîbicîkirinê.”
Trump got: “Îran niha wêran bûye û tenê pirsek maye: Gelo ew ê bi xweşî û bi rêyeke hêsan mercan qebûl bike, yan jî bi nexweşî û bi zehmetî? Lê çi bi xweşî be yan bi nexweşî, em ê armanc û karê xwe pêk bînin; ji ber ku bi ti awayî nabe Îran bibe xwediyê çekê atomî.”
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora dorpêç û zextan û got, Tehranê di bin fişaran de bi awayekî pratîkî dest ji hemû plan û hewlên xwe yên ji bo bidestxistina çeka atomî berdaye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Donald Trump êrişî siyaseta Demokratan û rêveberiya berê ya Amerîkayê kir û got: “Ji ber siyasetên pir xirab ên Demokratan, buhabûn û enflasyoneke mezin ji min re mabû. Lê niha biha daketine û nirxê petrolê li gorî serdema rêveberiya Biden gelekî nizmtir e. Wan ti gaveke pratîkî neavêtibû da ku rê li ber bidestxistina çekê atomî ya Îranê bigirin.”


