FlaşPolîtîk

Şûnwarên Efrînê yên talankirî di semînarek de hatin gotûbêjkirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, semînarek bi navnîşana Mîrata Mirovî li devera Efrînê hat lidarxistin, û mijara wendabûna bireke mezin ji şûnwarên deverê li dema çûyî her weha girîngiya vê deverê û şûnwarê wê hatin gotûbêjkirin.

Semînar li Nivîsgeha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ya Efrînê hat lidarxistin, û ji aliyê nivîskar û lêkoler Zekeriya Huserî ve hat pêşkêşkirin.

Huserî ji Welat TV re diyar kir, me di semînarê de bal bêtir kişandiye ser parçeyên şûnwarî yên ku di çend salên bûrî de li Efrînê wenda bûne û hatine talankirin, her weha girîngiya şûnwarên Efrînê ser ast xwendina akadîmî hatiye diyarkirin.

Beşdarbûyan jî semînar û zaniyariyên tê de bilind nirxandin û got ku girîng e rawestiyaneke cidî li ser mijara wendabûna şûnwarên Efrînê û ziyanên ku gihştiye mîrata wê ya dîrokî were kirin.

Back to top button