FlaşPolîtîk

Berdevkê Serokatiya Herêmê: Yekxistina Hêzên Pêşmerge werçerxaneke dîrokî ye

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ragihand, proseya yekgirtina Hêzên Pêşmerge werçerxaneke mezin a dîrokî ye û Herêma Kurdistanê êdî bûye xwediyê artêşeke yekgirtî. Şihab destnîşan kir, Pêşmerge di dîrokê de karîbû rûbirûyî dirintirîn koma terorîstî bibe û efsaneya wê têk bibe.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab îro 21ê Îlona 2026an, di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, mandîbûna hemû kesên di vê proseyê de ked dane vala neçûye û ev pêngav destkeftek e ji bo niştiman, her wiha ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê.

Şihab di dewama axaftina xwe de got: “Ev serweriyeke din e ku dikeve ser rûpelên destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê; serweriyek e ku layiqî canfedayî û qurbanîdana Pêşmergeyê Kurdistanê ye.”

Li gorî gotina berdevkê serokatiyê, ji îro pê ve pêngavên dawîn ên yekxistina pêkhate û peykerê Hêzên Pêşmerge hatine ragihandin û ev hêz êdî xwediyê fermandarekî giştî ye, ku li gorî qanûnê Serokê Herêma Kurdistanê ye. Ev prose ji aliyê îdarî, darayî û avahîsaziyê ve di bin banê yasa û rênimayên Wezareta Pêşmerge de hatiye cîbicîkirin.

Dilşad Şihab tekez kir, yekxistina Hêzên Pêşmerge di nava 10 salên borî de erkê herî zehmet bûye û got: “Di sala 2016an de Cenabê Serok Barzanî serpereştiya gava bingehîn a vê rêxistinkirinê kir. Di vî warî de çendîn yadaştnameyên hevtêgihîştinê li gel Hevpeymanan, bi taybetî Amerîka û welatên dost hatin îmzekirin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, Hêza Pêşmerge di her serdemê de xala hevpar a di navbera PDK û YNKê de bûye. Şihab wek mînak amaje bi şandina hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina Kobaniyê kir, ku bi erêkirina Parlamentoya Kurdistanê pêk hatibû û ev wek yek ji rûpelên herî ronak ên dîroka nûjen a Pêşmerge binav kir.

Di dawiyê de Dilşad Şihab anî ziman ku di şikandina efsaneya DAIŞê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de, Pêşmerge ji aliyê hemû çavdêr û aliyên cîhanî ve wekî bibandortirîn hêza bejayî ya li ser erdê hat naskirin. Herwiha tekez kir ku tevî cudahiyên avahîsaziyê yên berê jî, Pêşmerge di kûrahiya bîr û baweriya xwe de her tim hêzeke yekgirtî ya Kurdistanê bûye.

Back to top button