FlaşPolîtîk

Em yekkirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê pîroz dikin

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Em yekkirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê pîroz dikin

Îro, li Hewlerê bi merasîmekê, di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê de yekkirina  hemû hêzên peşmerge yên Başûrê Kurdistanê  hate hatin ragihandin.

Em bi kelecaneke neteweyî, bi dilxweşî û bi coşeke mezin pêşewazîya yekkirina hêzên peşmerge dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û rêvebirên Herêma Kurdistaê  beşdarî vê merasîmê bûn.

Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistaê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl axivîn.

Di van axaftinan de hate ragehandin ku bi dehan hezar Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80yî dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî ya niştimanî.Ew dê êdî rasterast di bin fermandarîya Wezareta Pêşmerge de bin.

Yekkirina hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê gaveke dîrokî, neteweyî, niştimanî ye.

Yekkirina hêzên pêşmerge, li himberî hemû xêrnexwazên Kurdistanê mesaj û hêza niştimanî ya sereke ye; bingehê geşkirina hêvîya yekrêzîya nav mala kurd e. 

Em hêvî dikin ku yekkirina hêzên peşmerge bibe destpêka  ava kirina Hikûmetek Hevbeş ya Herêma Kurdistanê, bibe destpêka yekkirina dezgehên aborî, îdarî, ewlekarî, dîplomasî û hemû dezgehên fermî yê Herêma Kurdistanê.

Ji ber piştgirî û biryardarîya wan a ji bo vê pêvajoya yekkirina hêzên peşmerge, em spasîya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû kesayet û rêvebirên ku keda wan di vê yekkirinê de hene dikin, em wan pîroz dikin.

Yekkirina hêzên peşmerge li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be.

21.09.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Back to top button