
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma fermî ya yekkirina hêzên Pêşmergeyan de ragihand ku ew di yekkirina Pêşmerge de bi ser ketine.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku niha hemû hêz di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Îro ji bo Kurdistanê û ji bo Pêşmergeyan rojeke dîrokî ye. Ji bo min bi xwe jî rojeke gelekî taybet e.
Ji roja yekem a destbikarbûna me ya wekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmetê de, me soz da.
Me soz da ku em bi hemû şiyana xwe, ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bixebitin.”
Rola Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Amerîkayê
Mesrûr Barzanî da zanîn ku di 4 salên borî de, di bin rêberî û çavdêriya rasterast a Serok Mesûdd Barzanî de ev kar hatiye kirin.
Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku bi alîkarî û piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Amerîka û Hêzên Hevpeymanan gihîştine vê qonaxa niha.
Ev qonax ragihandina yekkirina hêzên Pêşmergeyan ye ku di çarçoveya lihevtêgihiştina hevbeş a di navbera Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêk hatiye.
“Qonaxa bê girîngtir e”
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yekkirina Pêşmerge qonax û gava yekem a pêvajoyeke dûr û dirêj e.
Wî got, “Her çi qas ev yekbûn girîng be jî lê qonaxa bê gelekî girîngtir e. Ew jî qonaxa bipêşxistina şiyanan û pêşxistina piralî ya Pêşmerge ye.
Bi taybetî jî divê di warê şiyanên mirovî, perwerdeya fîzîkî û hişyariya Pêşmergeyan de li gorî pîvan û standardên leşkerî yên navneteweyî kar were kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir:
“Em dixwazin Pêşmerge bibe wê hêza niştimanî û Kurdistanî ku di ser hemû berjewendiyên partiyî û kesî re be.
Nabe Pêşmerge ji bo çareserkirina nakokî û hevrikiyên navxweyî û partiyî were bikaranîn.
Berovajî vê yekê, divê armanca yekem û dawî ya Pêşmerge parastina xelk û xaka Kurdistanê be bêyî ti cudakariyê.
Wekî her tim jî, divê li Îraq û herêmê bibe faktora aştî, aramî û ewlehiyê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha axivî:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Ebdulemîr Şemerî Birêvebirê Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, Mêvanên birêz,
Îro ji bo Kurdistanê û ji bo Pêşmergeyan rojeke dîrokî ye. Ji bo min bi xwe jî rojeke gelekî taybet e.
Ji roja yekem a destbikarbûna me ya wekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmetê de, me soz da.
Me soz da ku em dê bi hemû şiyana xwe, ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bixebitin.
Ji ber vê yekê di 4 salên borî de, di bin rêberî û çavdêriya rasterast a Cenabê Serok Barzanî de me xebat kir.
Bi alîkarî û piştgiriya birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û dostên me yên li Amerîkayê û Hêzên Hevpeymanan me ev kar kir.
Piştî gelek civîn, xebatên giran û bêrawestan, me karî bigihêjin vê qonaxa niha. Îro em yekkirina hêzên Pêşmergeyan radigihînin.
Di çarçoveya lihevtêgihiştina hevbeş a di navbera Wezareta Şer a Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêvajoya yekkirin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan di nava 4 salan de bi serkeftî bi dawî bû.
Li vir ez bi pêwîst dizanim, bi rêz û pêzanîneke mezin, amaje bi rola girîng û piştgiriya Cenabê Serok Barzanî bikim.
Wî her tim wekî rêberekî niştimanî û serokekî Pêşmerge, hemû jiyana xwe di xema xizmetkirina Pêşmerge û Kurdistanê de derbas kiriye.
Wî xebateke berdewam kiriye da ku nav û rûmeta Pêşmergeyan bilind û parastî be. Her wiha ji nêz ve çavdêriya pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan kiriye.
Her wiha ez spasiyeke taybet a piştgiriya berdewam a birayê xwe yê birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikim. Rola wî ya bibandor di serkeftina çaksaziyan de hebû.
Ez spasiya birêz Kak Qubad Talebanî Alîkarê Serokwezîr dikim ku hevkar û hevaheng bû ji bo serxistina pêvajoya çaksaziyê û biencamanîna wê.
Her wiha spas û pêzanîneke mezin ji bo dostên me yên li Amerîkayê û hemû Hêzên Hevpeymanan. Ji bo hemû alîkarî û piştgiriya wan a di salên borî de.
Bêguman piştgiriya wan, roleke sereke di têkbirina terorîstên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyan ve heye.
Her wiha di encamê de di parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê de jî roleke wan a sereke hebûye.
Spas ji bo birêzan Kak Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge, Kak Ebdulxaliq Babîrî Birîkarê Wezaretê, Kak Îsa Uzêr Serokerkan.
Spas ji bo hemû berpirs û pileyedarên wezaretê û fermandarên Pêşmergeyan û hemû Pêşmergeyên qehreman.
Ji bo westiyan û hewldanên wan ên serxistin û encamdana pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan. Ez destxweşiyê li wan dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.
“Pêşmerge sembola têkoşîn û qurbaniyê ye”
Birêzan:
Ev yekkirin, qonax û gava yekem a pêvajoyeke dûr û dirêj e. Her çi qas ev yekbûn girîng be jî, lê qonaxa dabe gelekî girîngtir e.
Ew jî qonaxa bipêşxistina şiyanan û pêşxistina piralî ya Pêşmerge ye. Bi taybetî şiyanên mirovî û bilindkirina asta perwerdeya fîzîkî û hişyariya Pêşmergeyan li gorî pîvan û standardên leşkerî yên navneteweyî.
Da ku wekî hêzeke niştimanî, pîşeyî, rêkxistî û yekgirtî be divê di asta erk û berpirsyariya xwe ya girîng û niştimanî de be ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê.
Pêşmerge ne tenê hêzeke çekdar a leşkerî ye. Belkî sembola xebat û qurbaniyan e. Nasnameya têkoşîna xelkê Kurdistanê ye û cihê rûmet û serbilindiya her Kurdistaniyekî ye.
Wêrekî û canfîdayiya Pêşmergeyan, rûmet û serweriyeke mezin daye hêza Pêşmergeyan.
Ev yek di parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên cihêreng, têkbirina terorîstan û berevaniya li nirxên bilind ên azadî, demokrasî û bihevrejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê de diyar e.
Îro jî Pêşmerge, wekî hêzeke destûrî û beşeke girîng a pergala parastinê ya Îraqê, garantorê parastina aştî, ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê, li vir em tekezî li ser girîngî û pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hemahengiya ewlehî û leşkerî ya di navbera hêza Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de dikin. Ev yek ji bo parastina zêdetir a aramiya Îraqê ye.
Di vî warî de em amadebûn û piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Federal û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê birêz Elî Zeydî ducare dikin.
Ev jî ji bo xurtkirina hevkariya di navbera hêza Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de ye.
“Divê mûçeyên Pêşmerge bi yên artêşa Îraqê re bibin yek”
Em hêvîdar in Hikûmeta Federal hevkar û alîkarê me be ji bo ku mafên Pêşmergeyan parastî bin.
Divê mûçe û mafên wan ên darayî li gel hevtayên wan ên di artêşa Îraqê de werin yekkirin û heman mafên wan hebin.
Çimkî li gorî destûrê, Pêşmerge beşek e ji pergala berevaniya Îraqê. Pêwîst e mafên wan ên destûrî û darayî di vê çarçoveyê de bin.
Amadebûyên birêz:
Hûn bi xwe dizanin ku yekkirina hêzên Pêşmergeyan, daxwaza me ya ji mêj ve ye û daxwaza her Kurdistaniyekî niştimanperwer e.
Xweşbextane îro em bi ser ketin û hemû hêz xistin bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Di çarçoveya yek heykeleke leşkerî ya modern de, di warê operasyon, perwerde û rahênan, serkirdayetî, kontrol, ragihandin û hejmariyê de, bûn hêzeke yekgirtî.
Bêguman alîgirî û girêdayîna siyasî û partiyî, mafekî rewa û asayî yê her kesî ye. Lê divê alîgirî û girêdayîna niştimanî û Kurdistanî, bibe pîvan ji bo Pêşmergeyan.
Pêwîst e di bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge de, pêbendî biryarên serdeste xwe bin li gorî pileyedarî û zincîreya leşkerî.
Em dixwazin Pêşmerge bibe wê hêza niştimanî û Kurdistanî ku di ser hemû berjewendiyên partiyî û kesî re be.
Nabe Pêşmerge ji bo çareserkirina nakokî û hevrikiyên navxweyî û partiyî were bikaranîn.
Berovajî vê yekê, divê armanca yekem û dawî ya Pêşmerge parastina xelk û xaka Kurdistanê be bêyî ti cudakariyê.
Wekî her tim jî, divê li Îraq û herêmê bibe faktora aştî, aramî û ewlehiyê.
Di dawiyê de, ez pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê ji bo vê destkefta dîrokî dikim.
Ez hêviya tenduristî, serbilindî û bipêşketina berdewam ji bo pêşmergeyên me yên qehreman dixwazim.
Em serê xwe bi rêz û rûmet ji bo şehîdên xwe ditewînin. Rêz û pêzanîna me ji bo qurbaniyên malbatên serbilind ên şehîdên Pêşmerge heye.
Her wiha ji bo xebat û têkoşîn û westiyana pêşmergeyên birîndar, xwedî pêdiviyên taybet û Pêşmergeyên xanenşîn.
Xwedayê mezin Pêşmerge û Kurdistanê ji hemû şer, nexweşî û nehematiyan biparêze.


