
Pêngava yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê (bi taybetî Yekeyên 70 û 80) di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, yek ji qonaxên herî girîng ên dîroka siyasî û eskerî ya Herêma Kurdistanê ye. Ev pêvajo derbasbûna ji “hêzên hizbî” ber bi “artêşeke nîştimanî û saziyî” ve nîşan dide. Yek ji mercên sereke yên hebûna desthilateke bihêz, “monopolkirina hêza çekdarî ya rewa” ye di destê hikumetê de ye.
Dîroka hêzên Pêşmerge bi xebata rizgariya neteweyî û girêdana bi partiyên siyasî (PDK û YNK) ve dest pê kir. Her çend vê yekê di dema şoreşê de rolek erênî lîstibe jî, di qonaxa desthilatdarî û rêveberiya saziyî de, hebûna hêzên serbazî yên cudabûyî dibe sedema lawazbûna serweriya desthilatê.
Ev pêngav hêzên çekdar ji bandora milmilaneyên siyasî derdixe û wan dike parêzvanên qanûnê û xaka nîştiman.
Pêvajoya çaksazî û yekgirtinê çendîn sûdên stratejîk, ewlekarî û aborî ji bo Herêma Kurdistanê hene:
- Yekbûna hêzan fermandariyeke hevbeş û navendî çêdike. Ev yek dihêle ku Pêşmerge li dijî metirsiyên derve û grûpên terorîstî (wekî DAIŞ) bi rengekî lezgîntir, koordînekirîtir û bibandortir şer bike. Hêzeke yekbûyî îstîxbarat û lojîstîkeke yekbûyî bi kar tîne.
- Hevpeymaniya Navneteweyî (bi taybetî DYA, Brîtanya, Almanya û Holanda) piştgiriya xwe ya darayî, lojîstîkî, perwerdeyî û dayîna çekan bi pêvajoya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge ve girêdaye. Yekbûn garantiya berdewambûna vê hevkariya stratejîk a navneteweyî ye.
- Dema ku hêza çekdarî tenê di bin fermana Wezareta Pêşmerge de be, îhtîmala bikaranîna hêzê di milmilaneyên siyasî yên navxweyî de namîne. Ev yek aştiya civakî û siyasî li Herêma Kurdistanê bi temamî misoger dike.
- Hêzeke yekgirtî tê wateya budceyeke serbazî ya zelal û yekbûyî. Ev pêngav rê li ber gendeliyê digire, mezaxtinên zêde kêm dike, û sîstemeke nûjen a elektronîkî ji bo dayîna mûçeyan ava dike.
- Herêmeke xwedî artêşeke yekgirtî, di danûstandinên asayîşî û siyasî yên bi Hikumeta Federal a Iraqê re, xwedî hêz û îradeyeke bilindtir e. Ev yek mafên destûrî yên Pêşmerge wekî beşek ji sîstema berevaniya Iraqê çêtir diparêze.
Ev pêngav ne tenê guhertineke serbazî ye, lê belê guhertineke kûr a binesazî ye ku Herêma Kurdistanê ji qonaxa partîtiyê ber bi qonaxa saziyeke nîştimanî ya xurt ve dibe. Herweha gavên bi vî awayî sistema berbi aweyek din a dewletbûnê ve jî bi hêztir dike.


