FlaşPolîtîk

Nivîskar Ebdulsemed Mehmûd bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya.

Desteya rêveberî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya îro yekem civîna xwe piştî kongireya 4an li Qamişlo li dar xist û Ebdulsemed Mehmûd weke serok û Ebdulbaqî Tahir weke cîgirê serokê wê hatin hilbijartin.

Her weha desteya rêveberî biryara avakirina hin komîteyan da ji bo pêşxistina karê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya û bihêzkirina rola wê.

18ê Tîrmehê, kongireya 4an a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya li Qamişlo hate lidarxistin, endamên nûnertiyên wê li Herêma Kurdistan û Ewropayê bi rêya internetê beşdar bûn.

Nivîskar Ebdulsemed Mehmûd, sala 1962yan li Amûdê ji dayîk bûye, û 3 dîwanên wî yên helbestî hene.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistran – Sûriya sala 2013an hatiye damezirandin û kongireya wê ya 3yan, 29 Tîrmeha 2023an li Qamişlo hat lidarxistin.

Back to top button