FlaşPolîtîk

Ozel ji CHPê îstifa kir Partiya Nû damezirand..

Wek tê zanîn bi biryara dadgehê seokê CHPê Özgür Özel ji postê serokatiyê hate dûrxistin û serokê berê Kemal Kiliçdaroglu cardin bû serokê CHPê. Ji wê rojê heta niha alozî di nava CHPê de berdewam kirin. Di encam de Ozgur Ozer li gel 90 parlementerên CHPê ji partiyê îstifa ki û partiyek nû damezirand.

Özgür Özel dema belgeyên damezirandina partiya nû îmze kirî got: “Bila ji bo welat, milet, partiya me û me hemûyan sûdmend be.” Hat hînbûn ku Gül Çiftçi û Murat Emir ji bo pêşkêşkirina serlêdana damezrandina partiya nû çûne Wezareta Karên Navxweyî. Dema serlêdanê, ku bi salvegera 103-an a Peymana Lozanê re hevdem e, balkêş e. Özel dê li Mizgefta Hacı Bayram-ı Veli beşdarî nimêja înê bibe. 91 parlamenterên ku ji CHPê îstifa kirine, digel Özel, dê li ber avahiya Yekem a Meclîsa Mezin a Neteweyî wêneyek bîranînê bigirin. Özel dê cara yekem Komîteya Damezrîner a Partiya Nû bicive. Komîte dê li Yana Anadoluyê bicive.

Özgür Özel, ku bi biryara dadgehê ji posta xwe ya Serokê Giştî yê CHPê hatiye dûrxistin, di civîna koma CHPê ya vê hefteyê de pêvajoya hiqûqî ya di nav partiyê de piştî biryara dadgehê rave kir. Özel damezrandina partiyeke nû ragihand û got, “Ez ê nebim generalekî kuklayê qesrê.”

Bi îstifa Ozel hêjmara parlementerên CHPê daket 44 parlementeran. Bi vî awayî partiya Ozel damezirandi dibe partiya yekemin ya muxalefetê. CHP di parlemenyodê ket rêza pêncê..

1.AK PARTI

2.PARTIYA NÛ

3.DEM

4.MHP

5.CHP

Navê partiya Ozel bû: Partiye Nû

PARTIYA NÛ

Back to top button