CivakFlaşPolîtîk

Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê Umer Bolat ragihand ku Dergehê Nisêbîn – Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.

Di korbenda Weberhênanê ya Sûrî Turkî de ku Serokê Desteya Giştî ya Dergehên Bejayî û Deryayî ya Sûriyê Quteybe Bedewî jî lê amade bû, Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê got, qebareya bihevguhertina bazirganiyê di navbera Turkiyê û Sûriyê de sala 2025an gihişte 3 milyar û 750 milyon dolarî û ew hewl didin bighînin bo 10 milyar dolarî.

Bolat got jî ku tevgera bazirganiyê û derbasbûna rêwiyan bi rêya dergehên sînorî yên herdu welatan bi berdewamî bi rê ve diçe.

Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê da zanîn ku kar bilez tê kirin ku beriya dawiya salê Dergehê Nisêbîn – Qamişlo, li pêş tevgera bazirganî û rêwiyan û tranzîtê were vekirin.

Destpêka vê meha Tîrmehê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê Qûteyba Bedewî serdana dergehê Qamişlo – Nisêbînê kiribû û rewşa dergeh ji nêzîk ve şopandibû. Jêderekê ji Welat TV re ragihandibû ku karên nûjenkirina dergehê Qamişlo – Nisêbîn bi rê ve diçin.

Back to top button