CENTCOM: Me dest bi veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hevahengiya Bexdayê planeke mezin ji bo veguhestina 7,000 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê dest pê kiriye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêvajoyeke nû ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê dest pê kiriye da ku ewlehiya wan misoger bibe.
Li gorî daxuyaniyê, pêvajo dest pê kiriye û hêzên Amerîkayê bi serkeftî 150 girtiyên DAIŞê ji girtîgehek li Hesekê bo cihekî ewle li axa Iraqê veguhastine.
Centcomê got ku armanca dawîn ew e ku nêzîkî 7,000 çekdarên DAIŞê yên dîlgirtî ji Sûriyê bo girtîgehên di bin kontrola Iraqê de werin veguhestin.
Fermandarê Centcomê Brad Cooper got, “Em bi hevkarên xwe yên herêmî re, nemaze hikûmeta Iraqê, ji nêz ve hevahengiyê dikin û em bi dilsozî rola wan di misogerkirina têkbirina tevahî ya DAIŞê de teqdîr dikin.”
Cooper tekez kir ku veguhestina rêkûpêk û ewle ya van girtiyan ji bo pêşîgirtina li her hewldanek revînê ji girtîgehan girîng e, ku dikare bibe gefek rasterast ji bo ewlehiya Amerîka û herêmê.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku heta sala 2025an, hêzên Amerîkî û hevkarên wan dê li Sûriyeyê zêdetirî 300 endamên DAIŞê bgirtine û di heman demê de zêdetirî 20 çekdar jî kuştine.


