Li Diyarbekir hestên netewî wejiyan
Bi hatina serokê Kurdistanê ya Diyarbekirê gelek tiştên yekem û dîrokî hatin jiyandin. Ji berî her tiştekî serokwezîrê Tirkiye wek serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya serok kir û ev yek vekirî û dengek bilind got.
Hatina serok wek sala 1996ê ya serdana Qamişlo tianî bîra mirov. Di rastiya xwe de ev seredan bi awayê pêwist nehatibû organîze kirin. Li Bakur her aliyekî li gora zanebûn û imkanên xwe pêşwaziya serokê Kurdistanê kirin.
Taybetî awayê pêşwazîkirina Tevgera Ciwanên Kurdistanê gelek cuda bû. Wan bi imkanên xwe Diyarbekir hejandin. Lê mixabin medya û taybetî medya Kurdistanê erka xwe ya pêwîst neanî cih. Divê ev kêmasî bê dîtin.
Dema Mesud Barzanî serdana Qamîşlo sala 1996ê kirî Kurdistana Rojava hejiya, Qamîşlo tu cara rojek welê dîrokî nejiyabû. Lê Baş hatibû organîze kirin. Mixabin ew yek li Bakur nebû.
Hêvî ewe ku di serî de medya Kurdî û hemû dam û dezgeh vê yekê baş binirxînin û kêmasiyên bûyî ji holê bête rakirin.
Axavtina serokê Kurdistanê li rewrisma li gel Erdogan serokwezîrê Tirkiye amade bûyî, axavtinek dîrokî bû. Barzanî bi Kurdiyek zelal axavtinek dîrokî kir. Bi axavtina xwe serokê Kurdistanê rêya destkeftiyên mafê netewî da ber miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê.
Lê mixabin wergera axavtina serok ya zimanê Tirkî gelekî xirab bû. Barzanî tiştên digotan û peyamên didan bi zimanê Tirkî hem bi çewt hem jî bi kemasiyên mezin hate wergerandin.
Li himber her tiştekî ev roja dîrokî ji bo Diyarbekir ji bo wejandina hestên netewî pêwîstiyek bû.
Hinek wene ji serdana serokê Kurdistanê: