Serdana Nêçîrvan Barzanî bi çavên mediya tirkî
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Tirkiyeyê û digel serokwezîr Erdogan, wezîrê karên derve Dawudoglo û mezine berprisên Enqereyê civiya. Vê serdana Barzanî bi awayekî berfireh di mediya tirkî de hat nirxandin û giringiyeke yabet bi vê serdananê hat dan.
– Rojnmaeya Huriyet di rûpela xwe ya yekem de li jêr navê (civînek 80 deqîdeyî) behsa civîna navbera Barzanî û Erdogan dike û dinivîse ku, di civînê de, her du aliyan, pirseke giring minaqeşe kir, ew jî pirsa timambûna boriya nefta herêma Kurdistanê bû ku, bi rêya wê boriyê Kurdistanê dê beşek ji nefta xwe bo cîhanê bişîne.
Huriyet dinivîse ku, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê di demek de bû ku, herêma Kurdistanê pilana dirustkirina boriyeke din a neftê amade dike û ew borî di navbera herêma Kudistan û Tirkiyeyê de dibe û du salên din timam dibe.
1- Rojnameya Gundem di nivîse her du serokwezîrên Tirkiyeyê û yê herêma Kurdistanê civiyan û ev yekem civîna her du aliyan a piştî hilbijartinên 21 îlona îsal (hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê) bû. Dûr ji çavên mediyayê Erdogan û Nêçîrvan barzanî çend pirsên girign gotûbêj kirin, yek ji wan pirsan pirsa Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê û çend pirsên din yên taybet bi her du aliyan bû. Tirkiye û herêma Kurdistanê ji teserif û siyaseta PYDê nerazîne, dinivîse Gundem.
2- Rojnameya Sabah dinivîse ku, Erdogan û Barzanî tekîdê li ser têkeliyên navbera xwe dikin û dixwaz in zêdetir nêzîkî hev bibin. Her du aliyan biryar daye ku, deriyek din li ser sînorê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de vekin.
3- Rojnameya Taraf zêdetir giringiyê bi pirsa enerjiyê û civînê navbera her du aliyan dide û dinivîse ku, herêma Kurdistanê dê heta sala 2020ê xwedî du boriyên neftê be û her du borî jî bo Tirkiyeyê diçin û berjewendiyên aborî û siyasî di navbera her du aliyan de bihêztir dibin.
4- Rojnamye Cumhuriye li jêr navê (piştî boriya yekem boriya duwê jî bi rêveye) behsa serdana serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê dike.
5- Rojnameya Today Zeman ku, rojnameyeke nêzîkî hikûeta Tirkiyeyê ye, li ser civîna navbera Barzanî û Dawudoglo dinivîse ku, Hewlêr û Enqere dixwaz in têkeliyên xwe yên di warê enerjiyê de xurt bikin. Ehmed Dawudoglo piştî civîna bi Barzanî re ji mediyayê re got ku, her du alî (Kurdistan û Tirkiye) li ser wê yekê hevfikirin ku, têkeliyên navbera Tirkiye, Kurdistanê û Îraqê bihêz bibin, her sê alî jî hevahengî û hevkariya hev du dikin. Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê peywendiyên pêwîst in û divê ew peywendî hebin.
Herêma Kurdistanê bi peywendiyên xwe yên siyasî û aborî digel Tirkiyeyê derî li pêşiya çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê vekiriye. BDP ûpartiyên kurdî bi rêya herêma Kurdistanê nameyên Ocelan ji zîndana Îmralî dibin Qendîlê.