Îsraîlê êrîşê Fordo kir..!

Eve 11 rojin şerê Îsraîl û Îranê berdewam dike. Îsraîl bi balafiran êrîşê cihên stratejîk yên Îranê dike û Îran jî her carê bi dehan fûza tavêje Îsraîl.
Piştî ku DYA tesîsên nukleerî yên li Îranê bombebaran kir, Îsraîlê jî Tesîsa Nukleerî ya Fordo ya Îranê kir armanc û herweha êrîşek tund bir sert Tehranê jî. Her çend li hin herêman elektrîk qut bû jî, ev êrîş wekî “êrîşên herî mezin ên Îsraîlê” hatin binavkirin. Îer di roja xwe ya 11an de dijwartir bûye.
Karbidestekî ji bajarê Qumê yê Îranê ragihand ku Îsraîlê Tesîsa Nukleerî ya Fordo kiriye armanc. Agahdarî ji hêla ajansa nûçeyan a Tasnim a Îranê ve hat ragihandin. Rayedarên herêmî gotin ku niha ji bo wargehên li herêmê xeterek tune.
Wekî din, televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê Girtîgeha Evîn a Tehranê jî bombebaran kiriye. Ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranî ISNA jî ragihand ku Zanîngeha Şehîd Beheştî ya Tehranê bûye armanca êrîşên Îsraîl
Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di êrîşên îro yên li ser Îsraîlê de taktîk guhertine. Tê gotin ku êrîşê deverên ji bakur heta başûrê Îsraîlê, Tel Aviv û Heyfa, jî bûye armanc.
Wekî din, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşek li ser hedefên leşkerî li Tehrana paytexta Îranê daye destpêkirin. Dengê teqînan li bajêr hat bihîstin. Ajansa nûçeyan a Tasnim ragihand ku şebekeya elektrîkê ya li navçeya Evîn a li bakurê Tehranê hatiye lêdan, lê qutbûneke berfireh çênebûye. Ajansa nûçeyan a Ilna ragihand ku avahiya teknîkî ya televîzyona dewleta Îranê di êrîşeke Îsraîlê de hatiye lêdan. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got, “Artêşa Îsraîlê niha bi tundiyeke bêhempa êrîşî hedefên li navenda Tehranê dike.”
Piştî êrîşên ku Îsraîlê yek li dû yek dest pê kirine, ku wekî “êrîşên herî mezin” têne binavkirin, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, “Me gelek caran hişyarî da Îranê, sivîlan hedef negire! Lê ev yek heta îro sibehî jî berdewam kir.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku wan li şeş balafirgehên li rojhilat, rojava û navenda Îranê xistiye. Artêşê her wiha wêneyên herêma leşkerî ya li Kirmanşahê ku lê hatiye xistin weşand.
Tesîsa Nukleerî ya Fordo tesîseke krîtîk e di bernameya nukleerî ya Îranê de, û ji ber kapasîteya xwe ya teknîkî û cihê xwe di qada navneteweyî de bi baldarî tê şopandin.
Tesîsa Nukleerî ya Fordo bi qasî 80-90 metreyan di bin erdê de li nêzî Qomê, yek ji bajarên pîroz ên Îranê, hatiye çêkirin. Bi vê avahiya kûr û saxlem, ew li hember êrîşên hewayî pir parastî ye, ku yek ji taybetmendiyên sereke ye ku wê ji tesîsên din ên nukleerî cuda dike.