Dîrokzanê Kurd Mihoyan:“Divê Şoreşa Elîfbayê Were Çêkirin”
Bi rastî piştî azadbûna Başurê Kurdistanê, mirov li rastî gelek Kurdên cihê cihê tê. Ji Kurdên bakûr bigrin ji her perçeyên Kurdistanê û ji Ewrupa bigrin heta welatên Sowyeta berê. Kurd dixwazin werin seredaniya herêma Kurdistanê bikin û ala Kurdî ku asimanê Kurdistanê dixemilîne, bibînin.
Me bihist ku dîrokzanê Kurd Şakirê Xudoyê Mihoyan mîhvanê Kurdistana Azad e. Em jî bi dileke germ diçin seredaniya dîrokzanê Kurd û xêrhatina wî dikin û ji bo xwendevanan, em hinek pirsan jê dikin.
Binêrin dîrokzanê Kurd, çawa serpêhatî û koçberiya malbata xwe, bi awayekî dîrokî ji me re qise dike.
Pêşiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan ji Qersê û herêmên derdorê wî hatine, li Ermenîstanê herêma Elegez û derdorê wê bi cîh bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên Kurda hene. Li nahiya Talîdê dîsa yanzdeh gund hene. Lê Kurd li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayîn, Kurdên Êzîdî, ew jî li nahiyeka deşta Araratê dijîn. Yên wek Êçmetînê, Ardaşxatê, Hikumbiryan û çendên din. Helbet pêşiyên me bi riza dilê xwe nehatine, ew ji xezeba Roma Reş revîne. Lê sed mixabin hin jî xezeba Roma Reş heye, her wisa jî zordariya li ser bingeha dîn hebûye. Em Êzîdî hesab dikirin bê xwedê, dijmin jî dexesî dikir, dewletê jî têkilhev dikir û kêm aqiliya civatê, me qîr dikirin. Bi rastî jî rewşa Êzîdiyan gelekî xerab bû. Ew jî wî demî ji zilm û zorê hatine û li Ermenîstanê bi cîh û war bûne.
Pêla pêşîn, di salên 1854-56’a, di şerê Rusa û Tirka de hatine. Bingeha gundê me Elegez jî, di salên 1850’ê de hatiye danînê. Çimku kalê minê rehmetî digot “wekî ku pey şerê Rus û Romê du sal, sê sal derbas bûye, ez bûme.” Me jî hesab dikir û derdiket, ku di sala1856-1857’an de hatine.
Pêla diduya dîsa salên 1877-1878’an de hatine. Pêla sisiya jî wextê şerê Cihanê yê Yekemîn da hatine. Sala 1918 an de Rum hatiye, ew dem şerê Ermeniya û Tirka bû, hûn dizanin wî demî kesekî nedizanî ka çi diqewime, ne radyo, ne jî televizyon hebû.
“Eskerê Romî di şevekî da temamiyê mêrê gund qir kirin. Nêzîkî 70 mêr qîr kirin ji zarokan bigrin heta yê mezin.”
Eskerê Romî dikeve hemu gundên Êzîdiyan. Gundê Elegezê berê digotin Çamişvana Mezin, eskerê Romê kete vira jî, Kurdê misilman jî di nav wan de hebûn û di şevekî da temamiyê mêrê gund qir kirin. Nêzîkî 70 mêr qîr kirin ji zarokan bigrin heta yê mezin. Ji mala me çar mêr serjê kiribun, kalikê min Miho, Elo û Egît serjê kirin. Li aliyê diyamin da jî şeş mêr şevekî da serjê kirin.
Bavê minê rehmetî Xudo yani Xudêdanê Miho digot, “ez sêzdeh salî bûm, em wî çaxî çûn, me meytên xwe nas nedikirin. Ji ber ku hemû serjê kiribuun, baran bariyabû, meyt di nava heriyê da mabûn kesekî ji me meytên xwe nas nedikir. Bi rastî naskirin û defin kirin gelekî zehmet buu. Lê dîsa jî me li bin wê baranê de, gora wan kola û li wir defin kir.”
“Çiqas zehmet be jî xewna min ew bû, ku ez diroka civata xwe re mijul bibim.”
Bavê min bi her du birayên xwe re êtîm mezin bûye. Qeyda Sowyetê çêbûye û piştî wê jî bavê min di çil saliya xwe de bûye serokê gund. Em jî heşta zarok bûn çar xuşk û çar bira bûn, mixabin du xuşk û du birayên min çûne rehmetê. Birayekî min Egîdê Xudo ye, ew jî nivîskar e, romana wi ya bi navee “Dê û Dêmarî” gelek deng daye. Birayekî minê din jî profesor e, ew ji niha li Emerika ye.
Ez jî di sala 1930’an de, li gundê Elegezê hatime dinê. Min xwendina xwe li cihê Elegezê sitandiye. Aliyê aboriyê de xwendin ji bo min gelek zehmet bû. Çiqas zehmet be jî xewna min ew bû, ku ez diroka civata xwe re mijul bibim.
Dirokzanê Kurd dema behsa koçberi û qir kirina malbata xwe dike, gelekî xemgîn dibe û naxwaze zêde qise bike, lê nivîsandina diroka civat û neteweya xwe, ji xwe re kiriye armanca yekem. Helbet bi perçe perçe bûn, bi bindest bûn û bi qedexe bûnê ev armanc jî, wisa ne tişteke hêsan bû. Ji bo vê jî em ji dirokzanê Kurd dipirsin;
Gelo di destpêkê da, dema te dest bi nivîsandina diroka civata xwe û diroka Kurd û Kurdistanê kir, zehmeti û astengiyên we yên sereke çi bûn?
Berî her tiştî dixwazim bibêjim, wekî li Rusya û paşê jî li Sowyetistana berê, di cihanê de, pirtirin li ser Kurd û Kurdistanê li wê derê hatiye kar kirinê. Bi sistematik nehatiye kirinê, li cîhekî da dihat kirinê, cîheke din dima. Nîvîsara dîroka Kurda ne weke hev e. Pirsgîrêkekî dijwar û zehmet ew e, ku kengî milletê Kurd hatiye holê kengê wekî Kurd saz bûne û hatine nasîn, me xwe kengê weke Kurd nas kiriye, vê dêre da gelek nakokî û dijwarî hene.
Ez li ser vê pîrsê ne xebitîme. lê dîrok nivîsiye.Wek derheqa vê demê da serekanî kêm in û yan jî tune ne. Pirsa ziman ya sereke ye û geleki jî zehmet e ku mirov bikaribe diroka Kurdan binvîse. Eger kesê ku bixwaze binvîse, divê Farisi zanibe, Erebi, Tirki ya kevin zanibe, Ermeniya kevin zanibe.
Derheqa Kurdistanê da jî, ji ber ku dewleta me ya yekbûyi tune bûye, gelek caran tiştê bê bingeh hatiye nivîsinê. Ereban nivîsiye, Tirka nivîsiye, mesela gerokê navdar Ewliya Çelebi gelek geriyaye û nivîsiye. Lê gelek tiştan jî avêtiye û tiştên bê bingeh û enterasan têda hene, helbet tiştên baş ji hene.
Kurdan bi xwe jî derheqa diroka xwe de nivîsiye, lê ne pir in. Ya herî sereke Şerefxanê Bedlîsi ye. Ewî Şerefnameyê du cild nivîsiye, yek li ser derheqa civata Rojhilata Navîn Tirk, Ereb, Faris, Ermenî û Gurcuyan de nivîsiye. Cilda duyem jî derheqa Kurd û Kurdistanê da nivîsiye. Ji bo dîrokzanan berhema wî, ji bo diroka rojhilata navîn wek çavkaniyek sereke tê qebul kirin.
“Şerefxanê Bedlîsi hem ji bo diroka Kurda û hem jî, ji bo diroka civatên cînar serekaniyek gelek baş tê dîtin.”
Şerefxanê Bedlîsi miroveki pir zana bûye, xwendineki geleki baş xwendiye. Ew bi xwe qeymeqamê Bedlîsê bû, di çil saliya xwe de dev ji qeymaqamtiyê berda û rûnişt diroka Kurdistanê nivîsi. Heta niha jî Şerefxanê Bedlîsi hem ji bo diroka Kurda û hem jî, ji bo diroka civatên cînar serekaniyek gelek baş tê dîtin. Çimku dema doh û ya iroyin du cure zehmeti hene. Yek, derheqa gelek tiştan da dokument ,çavkani u materyal kêm in. Arşiva Tirkiye da hene, ya Iranê da hene, ya Iraqê da hene. Ya diduya gelek tiştên sexte tê nivîsandinê, şaş tê nivîsandinê. Bi gor berjewendiyên xwe tekilhev dikin, ji bo nivîsandina rast, zehmetî ew e, ku gerek geleki materyala lêkolin bikî, analiz bikî li hemberi hev biki, gelo ev rast e an ne rast e?.
Gelek pirsên diroka me, heta niha jî yê hicetlî ne, helbet gelek ne rast hatine nivîsandinê. Wek mînak hinek kes nivîsandine Kurd neteweyeki bê dewlet bûye. Ev ne rastiyeke mezin e, dewletê Kurda hebûne, lê dewleta yekbûyi tune bûye. Ew cinasê me Kurda hebûye, Hesenikoy hebûye Merwaniya, Bedirxaniya hebûye, dewleta Soran hebûye, ya Behdînan hebûye, ew Amedê niha paytexta wan bûye. Me van tiştan weki diroka Kurdistanê nivîsiye, me daye kifşê ku, em ne bê dewlet bûne.
Ya diduya ew e, weki gelek caran dibêjin literatora me, edebiyata me tune bû. Bi tenê folklora me hebûye. Ev jî ne rast e, nivîskarên me yên geleki mezin hebûne, Eli Herîrî, Ehmedê Xani, Melayee Cizîrî..
Sed mixabin rastiyeki jî ew bû, ku wekî dewleta yekbûyi tunebû. Civat hînnedibû, keseki ji wan re nedigot ew mirov hebûne. Ewê digotin jî, ne rastiya digotin. Niha ew proses hêdi hêdi serdikeve û ji hêla Kurd tê kirinê. Lê dereceya bilind li ser pirsa ziman, pirsa literaturê wana, divê geleki kar bêne kirinê.
Eem civateke ji wan gelan e, yê ku diyalektê me zaravayê me pir in. Ev tiştekî normal e. Lê gelek mirovên nezan yê rojavayê, yê Tirka wek dutireyê têxin nav Kurda, dibêjin “ji hev cuda ne”. Mesele dibêjin “Zaza ne Kurd in, zimanê Hewremanî ne Kurdi ye.” Ev listokên dijminê Kurda ne.
“Belê zaravayê Kurda pir in. Zaravayê Almanan jî hene, ew bi xwe jî ji hev fahm nakin, lê kes nabêje ew ne Alman in.”
Armanca Navenda Lêkolînên Kurdi yê ku min serokatiya wê dikir ew bû, ku ne bi tenê tiştên nû binvîsim. Lê tiştên wisa jî binvîsim weku bersiva wan sexte be. Belê zaravayê Kurda pir in. Zaravayê Almanan jî hene, ew bi xwe jî ji hev fahm nakin, lê kes nabêje ew ne Alman in. Di nav her miletekî de zarava hene. Ji bo wê jî navenda me pirtûkek çap kiriye navê wê bi İngilîzî “Historical Diyalecta Grammer or di Kurdish Leanguich”. Yani “Gramera Kurdî ya Diyalektzani û Dîrokê.” Kerim Eyyubî daye ispat kirinê weki “erê zarava ev in, ev in, cudahi jî heye, lê bingeha wan, gramera wan yek e.”
Çiqas em xwe dûrî ji siyasetê jî bigrin, gelek xebatên me yên ilmî dikevine roleke siyasi. Em didin kifşê weki ev sexte bin û ya rastî jî ev in…
Mamoste, gelo xebatên we yên li Rusya bi çi awayî didomin û wek Navend, we çend pirtûk çap kirine û Navenda Lêkolînên Kurdî ji çend kesan pêk tê?
– Me li ser rewşa Kurdistana Bakur ya iro bi navê “Kurdistana Îroyîn” hem bi Kurdî hem jî bi zimanê Rusî, dîsa “Kurdistana Başûr ya Îroyîn”, hemu li ser vî beşî, çi li vira tê kirinê, prosesa vê derê, me wek pirtûk çap kiriye.
Li ser zaravayê Hewremanî, li ser zaravayê Sinneyî, li ser zaravayê Zazakî me çap kirine. Heta niha gotarên baş, pak yan xerab û yê nezaniyê hatiye belav kirinê. Lê cara yekemîn me pirtukek çap kiriye û têda daye ispat kirine ku, Zazakî Kurdi ye.
Me pirtûkek çap kiriye, pirtûkekî geleki xweşik e. Me tercumeyê Rusî kiriye. Anekdot, henek û laqirdi têda hene. Navê wi “Serhatî û Anekdotên Kurdî” ye, me tercume kirine, ku felsefe Kurda bidin fahm kirin. Çanda milletê Kurd gelekî ecêb e. Rus dema dixwînin bi rastî gelek ecêbmayî dimînin. Mesela di nav me de derheqa melle, şêx û keşeyan de gelek tişt hatine gotinê. Tiştê wisa di nav me de heye ku li nav Faris, Tirka û milleteke din da tuneye; me ew çap kiriye.
Cara yekemin e, me 5 profesor “Dîroka Kurdistanê” nivîsî. Serokatiyê, min kiriye. Min, Lazarev, Hazretyan Jigalina û Masileva. Me diroka Kurdistanê nivîsi, ji destpêke heta roja iroyîn. Pirtûk li Parisê ye, li ber çap kirinê ye. Tirkiya wê jî heye, li Stenbolê hatiye tercume kirin û çapkirin.
Me niha destpê kiriye nivisandina pirtûkekê bi navê “Giregirên Kurdistanê”, ew mirovên ku di dîroka Kurda da, yên ku nav û rola wan girîng in, mezin in. Me ji Şerefxanê Bedlîsi destpêkir, Wasileva nivîsiye, geleki xweş nivîsiye. Ne ku xebata wî, ewî nivîsiye, ku bîr û baweriya wî çi bûye? Nasyonalizma wî çawa bûye? Kurdewarî çawa bû, di nava wî de? Ewî çi hesab dikir? Di qurna 16 û 17 an de êdî fahmdariya yekîtiya temama Kurdistanê hebuye. Ewî berî Ehmedê Xanî nivîsiye weki “Malbatên Kurda xweşmêrên Kurda kareki geleki mezin kirine, daku wenda nebin.”
Ya Şerefxanê Bedlîsî me çap kiriye. Niha em dixebitin, derheqa Mistefa Barzanî de, em dixwazin wî bidin nas kirinê wekî mirov.
Em dixwazin derheqa Cigerxwîn da binvîsin, Qazî Mihemed binvîsin, Qasimlo binvîsin, Ehmedê Xanî binvîsin, Melaye Cizîrî, Hecî Qadirê Koyî binvîsin. Bi gilikî niyeta min, xwestina min ew e ku -helbet bi mecal û şertê min- hê ku ez li ser xwe me, ez dixwazim weke 12 pirtûkan binvîsim, ku xelkê me zanibe ku em kî ne.
Mamoste, wek dîrokzanekî dema hun dinvîsin û lêkolîn dikin, çavkaniya we ya sereke Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ye, gelo wekî din hun ji kijan çavkaniyan feyde dibînin.?
– Yê Rusî, gelek hene. Minorsky heye, Nikitin heye. Orbelli gelek tiştên balkêş gotiye derheqa Kurd û Kurdistanê de, nivîsiye jî. Dema Sowyetê, dîsa Lazarev heye û gelek yên mayîn hene. Niha Kurdên me yên bakûr, başur, rojhilat û rojava gelek ji wana jî, êdî haya wan ji yê Rusi û ne Rusi ji hene. Çimku êdî ew diasporaya me alikî va em dibêjin nebaş bu û alikî din da jî, ew keremeke mezin bû ji bo Kurda.
Berê ewil ziman dizanin, ya diduya mecal hebî dixwazim bibêjim niha gelek tiştên ji Rusî hatine tercumekirinê, ji Erebî, ji Îngilîzi hatine tercumekirinê. Ew kar êdî bi serketiye. Niha ser Kurd û Kurdistanê, li ser pirsa Kurda, li ser dîrok û edebiyata Kurda gelek pirtûk hatine çap kirin. Êdî em nikarin bibêjin kêm in.
“Pir in bê sir in”, êdî ew dema berê rabû, derheqa Kurd û Kurdistanê de. Problemên Kurda çi ne, xelkê pê nizani bû. Niha bi giştî jî dizanin Kurd kî ne û problemên Kurda çi ne?
Gerek e izna min hebe ez şaşî û xeletiyên xwe bibejim. Birayekî tiştek bibêje birayekî din tişteke din bibêje, ez jî tişteke din bibêjim. Lê ne rast e, gotina min ne rast be jî gerek e qedexe nekin, bira ew jî bêje ewê din jî bêje. Ev problem jî di nava me de gelek in.
Bi rastî probelemek me yê mezin heye, me xwe bi xwe perçe kiriye. Yanî problema alfabeya, niha binêrin heya niha herfên me yek Erebî bû yek latînî bû ya Kirîlî jî hebû. Lê me ya Kirîlî da hildanê. Lê niha tişteke din heye Kurdê Sowyetê û Tirkiyê nikarin bi tipên Erebî bixwinin. Divê ev pirs jî bê safîkirine. Ya diduya terminoloji.
Ez geleki rumetê didim rojnama Dema Nu. Mixabin pirsa me ya rastnivisandinê jî heye di nava rojnamê da. Yek aha dinvîse yek wiha dinvîse. Sê çar cure rast nivîsar heye, yanî tîpa “i” em kumikê deynin ser çi ye dêneynin ser çi ye? Ev ne problem in, ev sembol in.
Ez vê jî bibêjim ew alfabeyê, ku sala 1929 ji hêla Ereb Şamilov û Maradulov hatiye çêkirinê, ji ya Celadet zutir hatiye çêkirinê. Her kes dibêje Celadet, helbet Celadet ronahiya çavê min e, lê ya pêşî û ya rasttir ya Şamilov e.
Gelo nizanim ka hûn berê hatine Kurdistana Başûr an na? Lê hun wek dirokzaneke Kurd rewşa Kurdistana Başûr ya doh û ya îro çawa dibînin?
– Dîtinek beramberî deh bihîstinê ye. Cara yekemîn ez di sala 993’an da hatime başûr. Ez wek delegasyonek hatibûm, wi çaxî tiştên min dîtin, nayên gotinê. Welatekî wêrankirî, mayin kirî, ewqas mayin hebûn êdî cihê sitarê têda tune bû. Parsekîtî hebû, belengazî hebû. Lê niha ew gişk hatiye hildan. 4 universite çêbûne, gelek avahi hatine çêkirin, ku êdî Kurdistana Başur nayê nas kirinê.
Tişteki geleki mezin e ku ji bo êtima ji bo malbatên şehîda gundek wisa çêkirine, ku mirov nizane çi xeber bide. Gelek nexweşxane û gelek dezgehên din hatine avakirinê. Lê ji bo min tişta heri sereki wek dirokzan tiştê herî girîng ew e ku dijmine Kurda digotin, Tirka jî gelek digot “ew nikarin maleki li ser hev de avabikin.” Lê ev dewleta me ku hatiye çêkirinê, nişan da ye ku ji aliyê demokrasiyê, kultura serkarî kirin de, çiqas tecruba Kurda tune be jî, em disa ji hemuya pêştir ketine. Înşallah êdi paşda vegerandin çênabe. Keseki Kurdistan diyarî ne daye me, gişt bi xwîna pêşmergan hatiye ava kirin, gişt bi piştgiriya çar perçê Kurdistanê hatiye ava kirinê.
Ya dawî eger xwestina Kurda ya hikmîzati, federasyon hate destê pêşmergê me, niha êdî nayê şikênandin. proses ji aliyê dewletên dinyayê hatiye nas kirin.
Îro welatek wekî Tirkiyê, wekî Îranê pirsa Kurda hal nebûye. Ez weke dirokzan dibêjim, dersa yekemîn ya şerkarî û pirsgirêka Kurda ew e, wekî bi destê zorê pirsa Kurda nayê hal kirin. Dikarin hereketa Kurdî bişkînin, ew wadeli ye. Ew vê gavê bû, sibê wê dîsa rabe. Ev yek, ya didoya ez bawer im êdî Tirk jî, Faris jî gişt dixwazin weki welatê wan şên be, xweş be. Tirkiye ew welateyê, ku Kurd têda dijî, heta pirsa Kurda têda neyê safî kirinê, pêşketina Tirkiyê problemek mezin e, pirsa Kurda hal bike ez texmin dikim feydayê wan ji ya Kurd pirtir dibe. Rêka mayin tune ne, bi zorî nayê hal kirinê.
Pirsa elifba jî divê zanyarên Kurd li Başûrê Kurdistanê bigihîjin hev û şoreşa elîfbayê pêk bînîn. Ez bawer im ev şoreş wê hêza Kurd û Kurdistanê gelekî mezintir bike.
Em gelekî spasiya we û dîsa jî xêrhatina we dikin û gotina we ya dawî dipirsin?
-Gotina mina dawî spasî û serkeftina Rojnama Dema Nû ye, ku derfetek bi vî rengî pêşkêşî min kir.
* * *
Dîrokzanê Kurd Mihoyan, di sala 1930 an de li Ermenistanê, gundê Elegezê hatiye dinê. Piştî qedandina Enstituya Pedagojiya Êrîvanê, li gundê Elegezê wek mamosteyê dîrokê dest bi kar kiriye. Di salên 1955 û 1960-an de, di rojnama Kurdî ya Riya Teze de, wek gerînendeyê giştî kar kiriye.
Piştî salên 1960-an, li Ermenistanê, di Enstituya Akademiya Rojhilatnasiya Zanistî de wek mamosteyê beşa Kürdolojiyê, dersa diroka Kurdistan daye.
Di salên 1981-1994-an de serokatiya beşa Kurdolojiyê kiriye.
Şakirê Xudoyê Mihoyan, di sala 2004 an de nişana Pîremerd wergirtiye.
Şakirê Xudoyê Mihoyan, heta niha 9 pirtûkên dîrokî (Dîroka Kurdistan, Ji Destpêk Heya Roja Îroyin, Tekoşîna Netewî ya Rizgariya Kurd û Kurdistana Iraq, Êzîdî û Êzdiyatî, İdolojiya Tevgera Kurd, Diroka Kurdistanê da Rola Ola Îslamê, Têkoşîna Azadiya Kurda û hwd) nivîsîne û ji 150 gotarên zanistî, di kovarên zanistiyê de weşandiye.
Hevpeyvîn: Mîrhac Mistefa
Têbînî: Ev hevpeyvîn li sala 2006 an li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatibû çêkirin. Lê ji ber girîngbûna babetê bi taybetî ya li ser xwendina zimanê Kurdî me pêwîst zanî careke din belav bikîn..