Cîhan

Erdogan li Trump bi telefonê axivî

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin. Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku ji bo pêşdebirina hevkariya di navbera herdu welatan da di warê pîşesaziya parastinê de bi dawî anîna mueyîdeyên CAATSAyê pêwîst e.

Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin. Li gor daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Ragihandinê ya serokomariya Tirkiye ve hatî dayîn de, hat diyarkirin ku, Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye û DYA wek du hevalbend wê di serdema nû de bi awayekî hevpar, encamgir û ji dil hevkariya xwe pêş bêxin.


Erdogan destnîşan kir ku geşedanên herêmî û cîhanî hewce dike ku di her mijarê de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de şêwirên zêde bên kirin, ew piştgirî didin gavên bi biryar û rasterast ên Serokê Amerîkayê Trump ên ji bo bidawîkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û Tirkiye ji destpêka şer û vir ve ji bo aştiyeke adil û mayînde têdikoşe û dê berdewam bike.

Li gora daxûyaniya Tirkiye, Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku ji bo îstiqrara li Sûriyeyê, pêkanîna rêveberiya nû û rakirina mueyîdeyên ji bo normalîzekirinê li Sûriyeyê divê bi hev re hevkariyê bikin.


Serokomar Erdogan diyar kir ku di heyama nû de, di mijara têkoşîna dijî terorê de bi feraseteke ku berjewendiyên Tirkiyeyê li ber çavan tê girtin, ji DYAyê gavan tên hêvîkirin û ji bo ku di warê pîşesaziya parastinê de hevkariya herdu welatan pêş bixin, divê mueyîdeyên CAATSAyê bên bidawîkirin, pêvajoya kirîna F-16an bi dawî bibe û bernameya Tirkiyeyê ya ji nû ve beşdarbûnê bigihe encamekî.

Back to top button