Civak

Şênmendê stranvêjeya kurdî Ehmed Aras

Yek ji Şênmendê Stranvêjeya Kurdî, bêguman Ehmed Aras e. Pêşî em ê bi kurtî nivîskarê hêja bidin naskirin û piştre jî xebata wî ya rewşenbîrî, xasma jî nasandina vêjeya kurdî ya dengbêjiyê û nasandina dengbêjan, bi taybetî jî ku dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê bi lêkolîna wî ya salên dirêj derketiye holê û çewan wî ew pêşkêşê Medyaya Kurdî kiriye, binivîsin.

Ehmd Aras,jixwe diyar e ku paşnavê xwe ji Çemê Arasê wergirtiye. Ew di 1944an de li gundê Meleosmana girêdayêbi Qereyaziyê ve hatiye dinyayê.
Bavê wî Hecî Hemîd kurê Osmanê kurê Farisê kurê Silêman Axa ye û ji eşîra Şadiyan e. Diya wî Çîçek xanim jî keça Nûrî Begê kurê Slêman Axa bûye.

Xwendina Ehmed Aras a pêşî,li gundê wî dest pê bûye, li Qereyaziyê domandiye, di Hiqûqa Stembol û Enqerê re derbas bûye û li Erzeromê di 1969an de beşa aborî ya Zanîngehê qedandiye.

Çendî ku Ehmed Aras di destpêkê de bi xeysetê siyasetmedarekî derketiye qada jiyanê, lê belê giraniya xebata wî li ser rewşenbîriya kurdî di salên 1961 dest pê bûye û hetanî 1969an domandiye. Di wan salan de têkiliya wî bi rewşenbîrên weke Meded Serhed, Cemaledin Kaya, Mûsa Enter, Ziya Şerefxan Oglu, Silhedînê kurdê Şêx Seîd, M. Elî Aslam, Mele Mihemedê Melexidiran ku meletiya gundê Dirmegolêê dikir û hwd re çêbûye.
Gava li Stembolê kovara Dicle-Fratê jî hatiye weşandin, çend gotarên Ehmed Aras tê de hatine weşandin. Herweha Aras kovarê belav kiriye û daye pir kesan.

Ehmed Aras di wan deman de dest bi lêkolîna li stranên kurdî yên folklorî û peyitandina dengbêjên Kurd kiriye. Lê dema ku ew ketiye girtîgeha Erzeromê jî, di girtîgehê de çi dengbêjekî dîtiye, pê stranên folklorî xasma jî yên Evdalê Zeynikê û çîrok û meselokên kurdî dane gotin.

Di 1968an de jî Ehmed Aras û Îsmail Beşikci derketine geryanekê û li herêma Serhed û welatê jêrîn li gelek dever û şûnwarên kevn geriyan û pir tişt berhev kirine.

Piştre dema ku Aras derfet dîtiye, lêkolîneke dirêj li ser şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê ku ew yek ji nirxên kurdan ê herî navdar bû kiriye  û di encamê de lêkolîna xwe kiriye pirtûk û daye şandin.

Berî ku Aras berhema xwe biweşîne,behsa Evdalê Zeynikê ji hin dostên xwe yên nivîskarên Tirk re dema kiriye, wan jê xwestiye ku ew wan agahdariyan bide wan da romanekê li serê binivîsin. Lê belê nivîskarê navdar Yaşar Kemal, jê xwestiye ku ew lêkolîna xwe wek belge bi kurdî û bide weşandin.

Li ser vê babetê Mihyedîn Berk ê neviyê Evdalê Zeynikê jî di Festîwala Evdalê Zeynikê de li bajarê Agiriyê got ku: ”Bapîrê me miribû,lê Ehmed Aras ew ji nû ve da jiyandin.”

Festîwala Evdalê Zeynikê:

Ehmed Aras ji bo şênkirina rûmeta dengvêjiya kurdî, li çend bernameyên xwe yên li Dinya Tv û TRT6ê, daxwaz ji Kurdên Serhedê kiriye ku ew rûmeta dengbêjên xwe bigirin û şahiyên weke mihrîcan û şevşahî ji bo wan çêbikin. Li ser wan pêşniyaran, Komeleya Agirî ya Şênkirin û Vêjeyî jî (serok Mihemed Izci) dest pê kiriye û hin çalakiyên hêja dane çêkirin. Yek ji wan jî, Mihrîcana Evdalê Zeynikê ya Navnetewî bû ku di rojên 16, 17 û 18yên Tebaxa bihurî de lidarketiye.

Ehmed Aras got ku eger ew bimre jî,ne xema wî ye (Temenekî dirêj bo wî dixwazim), ji ber ku pirtûka wî ya li ser Evdalê Zeynikê derket, Mihrîcana Evdalê Zeynikê çêbû û Medyaya Kurdî bi meselê hisiya.

Heta niha çar pirtûkên Ehmed Aras hatine weşandin û du jî bê çap in. Herweha gelek gotar û meqaleyên wî jî hatine weşandin, gelek destanên kurdî jî berhev kirine yên weke Memê Alan, Hecî Sêvdînê Remedana, Resoyê Gopalan, Elî Xwarziyan, Dewrêşê Evdî, Siyabend û Xecê, Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan,Ker û Kulik û denbêjê destana Mistefayê Çiftgoriyê.

Diyar e ku Helbesta Klasîk kêm-zêde ev e hezar sal in ku derketiye jiyanê. Lê belê strana Folklorî bi jiyana Kurdan re destpê kiriye. Bê ku belgeyek hebe, tê gumankirin ku ji 5 hetanî 10 hezar sal berê dest pê bûye.

Gotina dawîn ya Ehmed Arasî ev e: Îro derfet û amûre pir hene ku ciwanên Kurd lêkolîn li çanda xwe bikin. Di lêkolînên xwe de jî, bila pêgir û bi peyitandin bin. Herweha heta ku ew di lêkolînên xwe de piştras nebin jî, bila tiştekî neweşînin.

Em jî leşsaxiyeke rind û temenekî dirêj herweha serkeftineke şandar ji bo nivîskar û lêkolîner Ehmed Aras dixwazin. Bi hêviya pêşerojeke xweş…

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button