Civak

Aştî û yekitiya neteweyî ya nevxweyî destpêka serkeftinê ye

               
Îroj bi taybetî di rojhilata navînê de, ji her demê zêdetir behsa aştiyê tê kirin. Herweha îroj ji her demê zêdetir aşkere bûye ku aştî bêyî azadiya kurd û Kurdistanê wê pêk neyê. Dîroka mirovatiyê ev yek îspat kiriye ku heta li ser rûyê dinyayê azadî, wekhevî, edalet û demokrasî ji bo herkesî nebe pîvana esasî, aştîya cîhanê jî wê bi tenê wek daxwazeke mirovayetiyê bimîne.

Pêvajoya ku em tê de derbas dibin, bi her aliyên xwe ve pêvajoyeke dîrokî ye.

Tu hêz, wê nikaribin xwe li hember vî bayê azadî, rizgarî  û serfiraziyê  bigirin.

Ji bo ku em karibin ji vê pêla ku piştgiriya miletê me dike feydeyeke bi encam werbigirin, beriya her tiştî pêwîstiya me bi yekitî, hemahengî û yek helwestiyeke kurd û kurdistanî heye.

Kongreye Neteweyî ya Kurd  li gel hemû kêmasîyên xwe ve jî  divê  bibe gaveke dîrokî ku bersîva vê pêwistiyê bide. Lê armanc û naveroka Kongreyê, heger di jiyanê de, di aqil û siyaseta beşdarvanên Kongreyê de bi cîh nebûbe, mixabin ku wê Kongre negihêje armanca xwe.

Weke tê zanîn ku li Başûrê Kurdistanê, li dijî hinek endam û malbatên ku ji PKKyê veqetîya bûn, ango li dijî endam û rêveberên  PWDyê (Partiya Welatparêz ya Demokratîk) amadeyiya êrîşekê derket holê. Ev êrîş  ji aliyê kê ve hatibe kirin jî êrîşeke li dijî yekitiya miletê kurd e. Û wê  ne ji  kurd û Kurdistanê re, lê wê ji dijminên wê re xizmetê bike. Divê PKK di vî derbarî de him rastiya meseleyê him jî helwêsta xwe aşkere bike. Ji aliyê din ve divê  Hikûmet û Asayişa Başûrê Kurdistanê jî bi hemû îmkanên xwe meseleyê aşkere bikin. Herweha divê Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd bi helwêsteke yekdengî êrîşên bi vî rengî şermezar bike. Em jî  wekî Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeke Siyasî  Ya Nû, kiryar û hewildanên bi vî rengî şermezar dikin.

Îroj  li  Sûriyeyê behsa bikaranîna çekên kîmyewî û midexaleyeke navneteweyî tên kirin. Li kê derê bê bikaranîn jî, çekên kîmyewî Helebçeyê, Enfalê û midaxeleya Amerîkayê ya  Îraqê ya di 1991de  tîne bîra miletê kurd. Di wê demê de hin dor û berên ku temaşeyî Enfalê û Helepçeyê kiribûn, gava ku mudaxaleya Emerîkayê hat rojevê, wan gotibû, ‘’Şer ne baş e… Bila emperyalîzm li Seddam Huseyînî nexe’’. Îroj jî ev dor û beran dixwazin ku careke din wî filmî bi miletê kurd bidin temaşekirin.

Lê ew ên ku nekarîbûn Seddamî ji têkçûyin û mirinê xelas bikin, dê nekaribin Beşar Esadî  jî  ji têkçûyinê xelas bikin. Ew xewnên wan yên rizyayî, yên ku her bindestiyê para miletê me dibînin, êdî di nav rûpelên qirêj yên dîrokê de jî wê ji xwe re tu cîhî nebînin. Îroj bi tenê yekitî û hemahengiya Kurdên Rojavayê wê bingeha mafê çarenûsiya miletê kurd damezrîne. Ne desthilatdariya Beasê, ne êrîşên çeteyên maşeyên dewletên dijminên miletê kurd û ne jî ew hevalbendên van dewletna yên li ser navê ‘’antî-emperyalîzmê’’ dixwazin dewletên serdest li ser pêyan bihêlin, wê nikaribin rê li ber azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê bigirin.

Em bawer dikin ku,têkçûyina Beasê li Sûriyeyê û azadiya Rojavayê welatê me ,wê tesîreke gellek mezin li temama herêmê û li  Îranê jî bike.Û ev ê jî  ji bo azadiya Rojhilatê welatê me firsendeke dîrokî bi xwe re bîne.Divê hêzên neteweyî yên Rojhilatê Kurdistanê bi yekîtiyeke neteweyî ya xurt pêşewaziya vê pêvajoyê bikin.

Herweha  îroj miletê me li Bakur jî, li ser axa xwe, li ser esasê wekhevî û edaletê  li aştiyê digere,li azadiyê digere. Aştî û azadî, hêvîyeke esasî ya miletê me ye. Mafê kesî tune ye ku bi vê hêviyê bileyize. Çênabe ku hebûna milletê me û mafên miletê me yên bingehîn,yên kollektîf ku wekî perwerdeya zimanê zikmakî,wekî azadiya ramanî û rêxistinî, ji aliyê tu kesî, tu partî û tu dezgehî  ve, yan jî ji terefê tu dewletê ve bibe mijara bazariyê. Îroj ji bo şerrawestandinê pêvajoyekê dest pê kiriye. Lê ev pêvajo heta niha jî ne diyar e wê ber bi ku ve biçe. Mixabin ku em nikarin bi van hewil û helwestan karibin vê pêvajoyê wek ‘’pêvajoya çareseriyê û aştiyê’’ binav bikin. Daxwaz û armanca me jî ew e ku bi vê naverokê pêvajoyek destpê bibe. Em ji Dewleta Tirk dixwazin ku ji bo rê li ber çareseriyeke siyasî û aştiya rasteqîn vebe, divê gavên pêwîst yên siyasî, aborî, kulturî, qanûnî, civakî û eskerî di zûtirîn wextê de bêne avêtin. Û em ji PKKyê jî dixwazin ku bila ew neyê provakasyonên hêzên xêrnexwaz û dijminê miletê me. Bila li ser rêya çarseriyên siyasî û girseyî biryardar be. Bila berxwedan û têkoşîna miletê me li ser siyaseteke kurdistanî, bi yekitî û bi biratiya neteweyî  geş bibe.

Komîsyona Dîyalogê di her warê jiyanê de ji aliyê kê bê meşandin bila bê meşandin, têkoşîna ku ji bo kurd û Kurdistanê tê birêvebirin wekî perçeyekî ji  têkoşîna xwe dibîne. Em pêngava ku li Amedê ji bo damezrandina ”Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê” hatiye avêtin wek gaveke girîng, gaveke neteweyî dibînin. Ev gav dikare bibe gaveke yekemîn ku ji bo hemû hêzên kurdistanî  bi nasnameya xwe ya kurdistanî û bi awayekî legal karibe xebatên xwe bimeşînin. Dive  hemû  kes û dor û berên kurdistanî li hemberî êrîşên dewletê, li cem ”Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ” bin, piştgiriyê bidin vê hewldanê.

Em  bi baweriyeke xurt dixwazin ku  ji heval û hogirên xwe re, ji hemû civata kurd û Kurdistanê re aşkere bikin ku em bi hêviyeke geş li pêşeroja milletê xwe, li pêşeroja xebata xwe ya ji bo projeyeke siyasî ya nû dinêrin. Komîsyona Dîyalogê  bi awayekî  biryardar,  ji bo Projeyeke Siyasî ya Nû gavên berhemdar davêje. Em careke din bangî  hemû heval û hogirên ku pêşeroja xwe di vê projeyê de dibînin dikin ku werin em bi hemû hêz û dînamîkên xwe ji miletê xwe re rêyeke nû vekin, projeyeke xurt damezrînin. Em bi hevdu re pêşerojeke nû bihûnin. Jiyan û rastî û pêwîstiyên miletê me ji berjewendiyên me yên şexsî, ji yên grûbî û ji yên tradîsyonel gringtir in. Divê em hemû di vê pêvajoya dîrokî de li gor vê giringîyê tev bigerin…

Komîsyona Dîyalogê di wê baweriyê de ye ku destpêka serkeftina me,destpêka bidestxistina mafê çarenûsiya milletê me, berî her tiştî bi yekitî  û aşitiya navxweyî ya kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye…  01.09.2013

                                                             KOMÎSYONA DÎYALOGÊ YA JI BO PROJEYEKE SÎYASÎ YA NÛ

Back to top button