Nêçîrvan Barzanî: Felekedîn Kakeyî xizîneyeke fikrî bû
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, bi minasibeta wefatkirina ronakbîr, pêşmerge û siyasetmedarê navdarê Kurdistanê Felekedîn Kakeyî peyameke sersaxiyê weşand.
Ev li jêr teksta peyama serokwezîrê Kurdistanê:
Bi minasibeta wefatkirina mamosteyê min yê xweştivî Felekedîn kakeyî
Îro ku, ez vê peyamê dinivês im ji bo nîşandana hevxemiya xwe digel neteweyê xwe bi minasibeta jidestdan û wefatkirina Felekedîn Kakeyî, hest bi xemeke gelek mezin dikim. Kak Felekedîn kesekî gelek nêzîk û xweştiviyê min bû, ew ji bo min wek mamosteyekî bû.
Piştî şikestia şoreşa Îlonê, min berdwam kak Felekedîn Kakeyî li mala me û li baregayên pêşmergeyna didît. Kak Felekedîn û rehmetî bavê min Îdrîs, piştî şikstina şoreşa Îlonê û destpêkirina şoreşa Gulanê, berdewam bi hev re kar dikir. Armanceke gelek mezin û peywendiyeke gelek xurt û kûr ew digehandin hev, ji ber vê yekê jî hemû karên wan yên bi hev re berhemdar û serkeftî bûn.
Wî û bavê min ji bona yekbûna neteweyî gelek kar dikir, îro jî ku min dît rewşenbîr û siyasetmedarên hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî di bixaksipartina wî bûn, gelek pê kêxweş bûm.
Kak Felekedîn kesekê gelel kûr bû, ji ber hindê şiyanên wî yên pêşbînîkirinê gelek bihêz bûn, kesekê jîr û reftarpak bû, sofî û zahîdekî rasteqîne bû, têkeliyên wî yên ruhî wisa kiribû berdewam bi tenê yek tema`î hebe, ew jî lêkolîn li ser fikir û kultira kurdî û peydakirina wext bo weşandina kitêbên xwe bû, rewşebîrekê gelek bi îmkan bû û pirsa kurdî gelek mezin didît. Gelek bi dîqet çavdêriya pêşkeftinên pirsa kurdî di hemû waran de dikir. Armancên wî ji xwesteka wî ya şexsî mezintir bûn, karkirina wî jî gelek berfireh û bê westiyan bû.
Civîn û danûstandin digel kak Felekedîn gelek xweş bû, bi rastî ew xizîneyeke fikrî bû. Wî hez dikir xizmeta hemû Kurdistanê bike, îsal ew gelek bikêfxweşî çû bajarê Mardîn daku di merasima derçûna yekem wecbeya xwendekarên kudologî li zanîngeha Mardînê beşdar be. Gelek bi dilgermî, di dema kabîneya pêncem de pêşniyar kir ku, Silêmanî bibe paytexta rewşenbîriya Kurdistanê û desthilatên zêdetir bi wîlayetan bidin.
Felekedîn Kakeyî di naxweştirîn û dijwartirîn rewş da hertim yê geşbîn û bi hêvî bû, yên şarezayê nivîsên wî bin, dizanin di nexweştirîn rewş da çend ji bo paşerojê bi hêvî bû.
Felekedîn Kakaeyî, piştî xwe xweştiviyeke mezin di nav gel û hevalên xwe bi cî hêla, dîrokeke mezin ji xebatkirinê tomar kir, bi sedan gotar, lêkolîn û çend kitêbên bi qîmet jî li pişt xwe hêlan.
Felekedîn Kakeyî di hizir û bîreweriyên me de her bizîndî dimîne. Ew mînaka pêşmergeyek bi îman, paneberekî bi sebir, rojnamevan û nivîskarekî kûr û siyasetmedsrekî xwedî pêşbînî bû.
Xwedayê mezin sebir û aramiyê bi malbata wî, hemû kakeyîyan û hemû neteweya kurd û gelê Kurdistanê bibexşe.
Nêçîrvan Barzanî
01.08.2013