Di ser avabûna dewleta nû ya Îraqê re 21 sal derbas bûn. Xewn û xeyalên ku Îraq bibe dewletek demokratîk hêdî hêdî vedimirin û Îraqî ji pêşeroja Îraqê bi şik û guman in.
Rêxistina Economic Intelligentsê ya Brîtanyayî di vê derbarê de raporek weşand rêjeya demokrasîyê raxist ber çavan.
Di wê raporê de hatiye gotin ku, “Ji 165 welatên cîhanê, Îraq di rêza 128ê de ye û tenê 2.88 ye. Rêxistina Economic Intelligentsê herweha awayê desthilatdariya li Îraqê wek xwesepandin destnîşan kiriye.
Economic Intelligentsê paşveçûna demokrasiya li Îraqê bi çend sedemên serekî nirxandiye. Wek zêdebûna komên çekdar û milîsan, binpêkirina madeyên destûrî, nebûna baweriya bi pêkvejiyanê, hizira xwesepandinê û binpêkirina mafên rojnamevanan.
Di pêknehatin û têkçûna demokrasiya Îraqê de bêguman sedema sereke bandor û desttêwerdanên rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê bi taybet ji bo têkbirina destketinên Herêma Kurdistanê û lawazkirina Kurdan rê li ber pêşketina demokrasî û mafên mirovan digire.