Polîtîk

Li Amedê Konferansa Aştiyê dest pê kir

“Konferansa Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Aştiyê” ya ku ji aliyê ÎHD a Amedê ve tê organîzekirin dest pê kir. Konferansa ku ji Tirkiye û cîhanê gelek mêvan beşdar bûn wê du rojan berdewam bike.

Hevserokên ÎHDê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî konferansa du rojan bû. Axavtina vekirina konferansê ji aliyê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ve hat kirin.

Kuçukbalaban di axavtina xwe de weha got:

“Em wek Komeleya Mafên Mirovan rêxistinek bi rêkûpêk in û ji roja ku hatiye damezrandin heta niha mafê aştiyê diparêzin.  Em yek ji wan saziyan in ku herî baş dizanin bi qasî nan û avê pêwîstiya me bi aştiyê heye. Komeleya Mafên Mirovan rêxistinek e ku êşa vê dîrokê û baweriya wê ya bi aştiyê dibîne. Paraztina aştiyê mafê mirovan e, avakirina aştiyê li ser esasê maf û azadiyan e.

Em dizanin ku her cûre newekheviya di navbera mirovan de, nepejirandina maf û azadiyan; Sedema sereke ya şer û pevçûnan e. Şer û pevçûnên herêmî yên ku li cîhanê berdewam dikin bandorê li gelên hemû cîhanê dike. Di şerê navxweyî yê Sûriyê û Rojava de, ku bi salan e didome, hê jî çareseriyek aştiyane nehatiye dîtin.

Hemû welatên herêma me, ji Kafkasyayê heta Balkanan, hem di nava xwe de, hem jî bi cîranên xwe re di nav nakokiyan de ne. Û li vir, li vê xaka xweş, şerê ku paşeroj û siberoja gelan dîl girtiye, di çil saliya xwe de ye. Pêngavên ku ev çil sal in nehatine avêtin rewşê hîn aloztir û şer kûrtir kiriye.

Pirsa Kurd ku di eslê xwe de pirsa Tirkiyê ye, niha pirsgirêkek herêmî ye û çaresernekirina wê pirsê rewşê hîn aloztir dike. Tirkiye welatek e ku nekarî pirsgirêkên xwe yên bingehîn ên wek pirsa Kurd bi rêbazên çareseriya li ser esasê diyalog û muzakereyê çareser bike. Ji ber vê yekê jî şerê çekdarî li hundir û derveyî welêt berdewam dike û her roj ziyanên canî zêdetir dike. Erdnîgariyê bêtir bê mirov, bê daristan û bê xweza dike. Ji ber çaresernekirina pirsa Kurd gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, em bi bedelên gelek giran re rû bi rû ne.

Mijara Kurd xwediyê dîrokek herî kêm 100 salî ye û li Tirkiyê mafên bingehîn ên zêdetirî 20 milyon însanan eleqedar dike. Mijara ku tenê bi îndeksa hilbijartinan tê nîqaşkirin, ev pirsgirêk bêçareser hiştiye û bê çareser maye. ANeçareserkirina pirsa Kurd astengiya herî mezin a li pêşiya pêşketina demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiyê ye”.

Back to top button