PolîtîkRojev

ENKSê helwesta PYDê li himber medyayê şermezar dike

ENKSÊ li ser daxitina ofisa Tora medya ya Rûdawê , girtina nûçegihanê Medya Yekitî û nûçegihanû ARK TVê daxûyaniyek ragihand û helwesta îdara xweser li himber medyayê şermezar kir.

DAXÛYANÎ:

Daxuyaniya çapemeniyê (li ser girtina ofîsa satelîtê ya Rûdawê, girtina nûçegihanê Yekîtî Media û nûçegihanê ARK TV)

Di 2/5/2022 de, Desteya Ragihandinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kurdistana Sûriyê rawestand, di pêngaveke nû de ku tundî û dijminatiya wê li hember pirensîpên herî bingehîn ên azadiya derbirînê piştrast dike. PYD di deverên di bin kontrola xwe de, Ji bo rastiya veşêre û derewên xwe  ragihîne rê li ber medyayê digre.

Derengiya şeva Şemiyê, grûpeke çekdar a rûbirû yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat bi ser mala rojnamevan Bawar Mella Ehmed, peyamnêrê Yekîtî Media, girtin û piştî desteserkirina telefona wî û hevjîna wî, ber bi cihekî nediyar ve birin.

 .

Heman êvarê, heman çekdaran avêtin ser mala rojnamevanê bi navê Sebrî Fexrî, peyamnêrê ARK TV û telefona wî desteser kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di salên borî de, gelek rojnamevan bi awayekî sîstematîk û berdewam rastî binpêkirinên giran hatine, di nav de destdirêjî, revandin, girtin, tirsandin û desteserkirina kamera û alavên wan ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” û dezgehên ewlekarî yên PYDê ve. Girtina ofîsa televizyona Kurdistan 24 û zêdetirî carekê agir berdane ofisa Rudawê li Qamîşlo.  

Ev binpêkirin bi metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê re tên piştî bûyerên zindana pîşesazî li Hesekê, di demekê de ku pêwîst bû HSD kiryarên çekdarên xwe binirxîne û binpêkirinên ku wan dikin rawestîne, ne ku tundtir bike. Asayîş hemwelatiyan ditirsîne û wan dihêle ku zêdetir koçber bibin û deverê ji şêniyên wê vala bikin.

Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê di vê demê de ji aliyê vê rêveberiyê û komên wê yên çekdar ve, zêdebûneke ne rewa ye ku armanca wê bêdengkirina devan û veşartina têkçûna wan di hemû astan de ye.

Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, di pişgiriya xwe ya tam ji nb o Rûdaw û rojnemevanên revandî dide diyar kirin.

Divê mafên wan ji bo xebata azad û bê sînor li gorî yasa û destûrnameyên navdewletî hebe, em di wê baweriyê de ne ku PYD bi hêza xwe ya taybet biryarê ji dest dide. Gelê me alîgirê ajandayên teng ên hizbî ye ku herêmê bi giştî ber bi metirsiyên mezin ve dikişîne, di “siyasetek” de ku ji xeynî wêranî û belayê bi ser gel û herêmên me û koçberkirina bi hezaran gelê me de tu tişt neanî.

Her wiha em bang li koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin ku ji bo dawî li van binpêkirinan bîne, hemû xebatkarên çapemeniyê serbest berde û saziyên çapemeniyê bi azadî kar bikin.

Sekreteriya Giştî

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê

Qamişlo 6/2/2022

Back to top button