7’ê Rêbendan
7’ê RêbendanDi sala 1789’an û di rojekî wekê îroyê de li Emerikayê care ewil hilbijartinên Serokayetî hatiye çêkirin û George Washington cara ewil bû Serokê Emerîkayê.Di hilbijartinên Emerîka ya wê demê de kesên hilbijêr delegeyan û delegeyan jî Serokayetiyê bijartin û George Washington ewiltrîn car bû Serokê Emerîkayê.George Washington (* 22’ê reşemiyê 1732 li Gutshof Wakefield a parêzgeha Westmoreland a Virginia; † 14’ê berfanbarê 1799 li Mount Vernon a Virginia) siyasetmedar, leşker û yekemin serokdewletê DYAyê ye.Ew wekî damezrênerê DYAyê tê naskirin. Di şerê azadiya DYAyê yê di salên 1775 heya 1783’î de wekîfermandarekî cihgirtiye. Berevanî yan alîgiriya ti partiyekê nedikir. Ji malbatekê naskirî yê bingeh-Îngîlîz bû. Ji nexşegerî, matematîk û bi tevayî zanîstiyê hezdikir.Di damezrandina sazûmaniya nûjen a DYAyê, destûra bingehîn û îdealîzma wê de xwedî roleke girîng e. Di dema xwe ya serokdewletiyê de polîtîkayeke bêalîtiyê meşandiye. Di jiyana xwe de bi dûristî û merdiyê dihate nasîn. Ji bo bîranîna wî navê paytextê DYAyê kirin Washington, D.C.