CivakRojev

Wezareta Pêşmerge: Çekdarên PKKê kemîn li pêşiya pêşmerge danî bû

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa çekdarên PKKê de daxûyaniyek ragihand. Wezereta Pêşmerge dibêje ku çekdarên PKKê kemînek li pêşiya hêzên pêşmerge danî bû.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.

Wezareta Pêşmerge

5ê Hezîrana 2021ê

Back to top button