PolîtîkRojev

PDKê daxûyaniyek spasiyê ragihand

Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, spasiya hemş aliyên ku li himber êrîşali dijêr avahiya PDKê li Baxdayê hatî kirin bûyin xwedî helwest dike. Polit Buroya PDKê bi ji bo vê yekê daxûyaniyek belav kir.

DAXÛYANÎ:

Spasnameyek li politburoya PDKê ve

Di heyama borî de çend grubek beredayî û yên ji yasayê derketine êrîş kirin ser binkeyê partiya me ya li Bexdayê, mixabin derveyî şewitandina binkeyê me, bêrêzî li hember Al a gelê Kurdistanê kirin. ji ber wê jî gelek kesayet û aliyên siyasî û civakî yên Iraq û Kurdistanê herwaha nûnerên dîplomatîk û hikûmetên welatan ew kare şermezar kirin. çi bi beyanameyan an jî çi bi nivîskî be, yan bi peyam û yan jî telefonê ve li hember wî karî bêzariya xwe nîşan dane. Ji ber wê jî bi navê polîtburoya PDKê û rêveberiya partiye em spasiya wan hemû aliyan dikin û wî helwêstî teqdîr dikin ku amajeye bo rêzgirtina li yasa û destur û kevneşopiya pêşkeftinê û rêzgirtine li maf û azadî û pîroziyên alî û gelên din.  

Reftarên wan çend grubên ji yasayê derketine ku bêrêzî li hember Al û pîroziyên xelkê din dikin û aloziyê çêdikin, nîşan dide ku ji dil ve pir kindar in û paşketîbûneke mezin a siyasî û civakî û çandî wan heye, karê ku dikin jî rengdana hestên dijî azadî û mafên gelane. Berdewama wê çanda nemirovî ya enfal û kîmyabaran û 4500 gundên Kurdistanê şewitandine û berdewama wê siyasete ye baweriyek bo xwe çêkirine ku hemû pîrozî li gel wan, hemû rastî li gel wan û nirx bo pîrozî û rastî û azadî û nirxênn mirovî dananên pir bi aşkera û hewla binpê kirina maf û azadiyên xelkên din didin û tecawizî ser pîroziyên gelan û xelkê din didin.

Dubare spasiya wê hestên birêz ên hemû aliyan dikin û amaje bo mezinî û gelek kes û aliyên din ku dijî reftar û kiryarên paşkeftî û dûr li nirxê mirovîyê ne.

Politburoya PDKê

01.11.2020

Back to top button