Strana ‘Evîndar Gotin Dimîne’ a ku ji alîyê 70 hunermendên Kolektîfa Muzîk Bêdeng ve hatiye gotin, li ser esasê beşdarbûna dilxwazî û hevgirtinê li dijî tundîya zextên siyasî yên li ser mûzîkjen, qedexekirina festîvalan û betalkirina konseran hatin cem hev. Strana bi gotina Murat Ertel a ji koma Baba Zula û pêkhatina Murat Ertel û Levent Akman ji heman komê, muzîkjenên ji stîlên cuda yên muzîkê anîn cem hev. Hunermendên bi navên Yasemîn Goksu, Hayko Cepkin, Dogan Duru, Feryal Öney, Burhan Şeşen, Cahît Berkay, Ayşenur Kolivar, Ceylan Ertem û Metîn Kahraman li dijî qedexeyan bi 10 zimanan bûne yek deng.
Strana ku bi veguhertinên di navbera şêwazên cuda yên wek kevneşopî, rock, jazz, rap de derdikeve pêş; bi berhevkirina zimanên cuda yên li erdnîgarîya Tirkiyê yên wek Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Lazî, Erebî, Farisî, Ermenî, Çerkez, Ladîno û Yewnanî ya Behra Reş balê dikişîne.
Proje ji alîyê Yasemin Göksu, Mehmet Demir û Ayşe Tütüncü ve hatiye koordînekirin.