
Heft sal di ser damezirandina Kurdistan24ê re derbas dibin. Kurdistan24 di vê heyamê de wek medyayeke pispor kariye bi awayekî profesyonelî nûçe û zanyariyên li Kurdistan, navçe û cîhanê veguhêzîne û di mijarên netewî û niştimanî de roleke wê ya girîng hebû.
Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî di vê bîranînê de got: “Armanceke me ya mezin heye. Em dixwazin rûmala xwe bigihînin hemû cîhanê. Armanca me ya herî mezin ew e ku em bi temaşevan, xwendevan û guhdarên xwe re rastgo bin. Dibe ku em negihin hemû rastiyan an jî hemû rastî negihin me. Lê ya girîng ew e ku em tiştê em bibêjin, rast be. Îro gotara medyayî ya kanalên nûçeyan, metirsiyeke mezin li ser temaşevanan çêdike, eger em nûçeyan pênase nekin, em nizanin çi dibe nûçe.”
Got jî: “Her babetek ku sûda manewî û zaneyî ji temaşevanên me re nebe, ji me re nabe nûçe, berûvajî wê, ew ê sûda manewî û zaneyî tê de be, ji bo me dibe nûçe û rapor.”
Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê dibêje: “Di sala heştem a Kurdistan24ê de, em xwe amade dikin ku guhertinan di kanala xwe de bikin, da ku xizmeta temaşevanên xwe bikin.”