6'ê Rêbendan
6’ê Rêbendan
Di sala 1967’an û di rojekî wekê îroyê de Şerê Vîetnamê Destpêkir.
Şerê Vîetnam yan jî Şerê Hînda Çîn ya Duwemîn. Şerekî di navbera Welatên Rojhilatê Bakûrê Vîetnam, Yekîtiyê Sovyetan û Çîn li aliyêkî dî jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Başûre Vîetnam de hatiye qewîmin. Yekîneyên Emerîkayê ji sala 1963’an û ta sala 1973’an tevlî şer bûye û 53.200 leşkerên xwe winda kiriye.
Li dinyayê piştî Şerê Cihanê Dûwemînê li gelek herêman rêxistinên herêmî hatine ava kirin. Pir re van jî di pergala 2 qutbê de cihên xwe girtine. Li aliyêkî li ser navê bloqa DYA’yê û li aliyêkî dî de jî li ser navê bloqa rojhilatî YKSS cihên xwe girtine.
Di sala 1949’an NATO, di sala 1954’an de Tifaqa Balqanan û di sala 1955’an de jî Peymana Bexdayê hatin avakirin û di sala 1954’an de jî Teşkîlata Peymana Asyayê Başûrê Rojhilatê (SEATO) hatiye avakirin.
Vîetnam di sedsala 20. a xwe de 30 salên xwe di şerê de winda kiriye. Komînîstên Vîetnamê li dijî hêzên kolonyalîst yên Fransayê re di sala 1940’an de şerekî dan destpêkirin û heta sala 1975’an berdawam bû.
Di sala 1954’an de li bakurê Vîetnamê hêzên komonîst bi serokatiya Ho Şî Mînhê yekîneyên Fransizî têk birine. Vîetnam piştî gelek peymanan 2 perçe bû û li bakurê Vîetnamê komonîstan û li başûrê Vîetnamê jî Vîetnamek alîgirî Emerîkî hatine avakirin. Di navbera her du aliyê de herêmekî bê leşker hebû. Ji ber çareseriyekî mayînde li Vîetnamê soza hilbijartinê hate dayîn lê ew ti car pêknebû. Piştî 5 salan komînîstên Vîetnamê li başûrê welêt şerekî dan destpêkirin.
Vîetnam tevî windahiyên xwe yên 1.5 mîlyon hemwelatiyên xwe û jehrkirina erdên xwe bi awayekî serkeftina xwe bidestxist. Hêzên Emerîkî jî li Vîetnamê 53 Hezar miriyên xwe hiştine û piştî şerê Vîetnamê bihezaran leşkerên Emerîkî întixar kirin. Di heman demê de Emerîka 2 hezar û 196 balafirên xwê yên şer winda kir.
Di destpêka Şerê Vîetnamê de wisa hatîbû texmînkirin ku têkîliyên Yekîtiya Sovyetan û Çînê baş bibe lê nakokiya di navbera her du aliyê de kûrtir bû. Emerîka jî di şerê Vîetnamê de winda kir û her du Vîetnam jî di sala 1975’ê de yek bûne. Lê armanca Emerîka jî ew bû ji ber vî jî hîn kes di derbarê şerê Vîetnamê de Emerîkayê wekê aliyê serkeftî nîşan didin.