Civak

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Di derbarê kuştiyên xwepêşandanîn Bexdayê û tundiya li himber xwepêşenderan tê nîşandan, serokatiya herêma Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

Bi dilgiraniyekî zêde ve li berdewamiya rûdan û tundiyên Bexda û parêzgehên dinê Iraqê dinêrîn. Ew kuştarên beramber bi xwepêşanderên sivîl ya li pira Sinek û qada Xillanî ya li Bexda hate kirin, tawanên bêhêcetin û tawankar her kî û li her aliyek ve bin, sazî û aliyên berpirsên Iraqê divê wan peydabikin û li gor yasa muamele li gel wan da bêkirin.

Di demek da pirse û serxweşiya xwe ya kûr pêşkêşî kesukarên qurbaniyan dikîn û hevxemê wanîn û hêviya başbûna bi lez jî, ji bo birîndaran dixwazîn. Dûpat dikîn ku xwepêşandanên aştiyane û sivîl, mafekî destûriya rewa û parastiye û bi tu awayekê nayê qebûlkirin ew zêdegaviya li tundutîjî beranber bi xwepêşanderan bê bikaranîn û bibin armanca destdirêjî û êrîşeke bi vî awayî.

Erkê hemû aliyeke bi ruh û giyanekî niştimanî berpirsiyarane, muamele li gel rewşê da bikin, heta ku ji dest dernekevê û pêşhatên tirsnaktir rûnedin û êdî xwîn neyê rijtin û hemû li çarçêweya yasa da tevbigerin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07/12/2019

Back to top button