Civak

Xwe fêrî zimanê Kurdî dike

Qeymeqamê navçeya Beytulşebabê ji bo bikaribe li gel xelkê deverê pêwendiyên baştir deynê xwe hênî zimanê Kurdî dike.

Qeymeqamê Beytulşebabê ji berî 10 mehan li deverê dest bi karê xwe kiriye. Hewldide ku li gel xelkê diyalogekî germtir deyne. Di vê derbarê de qeymeqam Ismail Pendik dibêje: Xelkê deverê zimanê Tirkî dizanê bi rihetî mirov diyalogê datîne, lê min dît ku dema mirov zimanê Kurdî bi kar tine ew germtirin û behtir bi germî diyalogê datînin.

Pendik berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Kurdî zimanê Kurdaye û  ew hemwelatiyê vî welatîne ji vê normaltir tuneye ku ez zimanê wan fêr bibim. Ev yek pirekî baştir di navbera me de ava dike.  Ez dibînim dema serxweşiyekî de, dema mirov bi zimanê Kurdî serxweşiya wan dike yan jî di pirsekî de dema mirov spasiya wan dike çikasî keyfxweş dibin û bi germî pêçwaziya mirov dikin.

Back to top button