Polîtîk

Kobanî: Mistefa Barzanî rêberê şoreş kurdan bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  Mezlûm Kobanî di hevpeyvînek a xwe li gel televizyona Elhurre dibeje:Nemir Mela Mistefa Barzanî rêberê şoreş kurdan bû

Piştî bi dawî bûna desthilata DAIŞê li Sûriyê televizyona Elhurre  ligel Fermandarê Giştî yê HSDê  Mazlûm Kobanî hevpeyvînek kiriye .  Mazlûm Kobanî di beşeke hevpeyvîna xwe de behsa Nemir Mela Mistefa Barzanî kiriye û gotiye yekem kesê pirsa kurdî bi cîhanê daye nasandin Mela Mistefa bûye û Nemir Barzanî rêberê şoreşa kurdan bûye.

Wek din, Mazlûm Kobanî beha Şoreşa Îlonê rêkeftina Nemir Mela Mistefa a ligel Bexdaynê 11ê Adara 1974an jî kiriye û gotiye rejima Iraqê beramber Nemir Mela Mistefa Barzanî durist nebûye û ew rêkeftin bi cî aniye.

Kobanî di hevpeyvîna xwe de dide xûyakirin ku;  di encama şoreş û tevgara rizgarîxwaziya kurdî a Nemir Mela Mistefa Barzanî pêşengî lê dikir gelek destkeftiyên dîrokî bo kurdan bidest xistine.

Bê guman  fermandarek yê PKKê di roja me de, bi vî awayî behsa serokê nemir Mistefa Barzanî bike gelekî girînge û heta mirov dikare hinek encamên siyasî ji van gotina derêxe. Ji ber ku dîtinên berpirsên PKKê di vê derbarê de kifşin û û ew rolê Barzaniyê nemir di dîroka Kurdistanê de red dikin.

Têgihandina rolê Barzaniyê nemir di dîroka Tevgera Azaîxawaz a Kurdistanê de gelek girînge û ev yek dibe sedemek ku mirov bikaribe li ser xetek netewî û herweha li gora berjewendiyên netewî tevbigere. Ji ber ku PKK û derdora PKKê ji vê yekê dûre û li dijê hemû nirxên Kurdistanî kar dikin ev dîtinên Kobanî girîngin.

 

Back to top button