Elî Bapîr: PDK xwedî dîrokeke dûr û dirêj e ji xebatê.. Mîranî: Em deyndarê milet in
Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr piştî civîna ligel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, PDKê dîrokeke dûr û dirêj a xebatê heye û niha jî di pêgeheke bihêz de ye. Fazil Mîranî jî got: “Em hemû deyindarê miletê Kurdistanê ne û divê em hemû pêkve deynên milet vegerînin.
Roja 31.01.2019ê şandeya bilind a PDKê serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û li gel serokê partiyê Elî Bapîr civiya.
Di civîna çapemeniyê ya hevbeş a piştî hevdîtina her du şandeyan, serokê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr ragehand, di civînê de rewşa herêma Kurdistanê û navçeyê û bihêz kirina peyvendiyên dualî hatiye guftûgo kirin.
Herwaha got: “Me her du aliyan jî axaftinên erênî û baş kir û hêviya me wisaye ku bi alîkariya hemû aliyan ve, aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê ji naha û pê de bi berpirsyarîtir tevbigerin û ew pirsgirêkên ku hene, bi hewl û hîmmeta hemû aliyan ve em çareser bikin.”
Elî Bapîr got: “Em dizanin PDK xwedî dîrokekî dirêj a xebatê ye û pêgeh û cîhekî wê yê berçav heye. Ev serdana wan a li gel me jî belge ye bo wê yekê. Serdana aliyên din jî kirine û dikin jî. Em keyfxweş bûn bi pêşwazî û hevdîtina wan.”
Di heman konfernasa rojanmavenî de, Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Partiya Demokrata Kurdistanê û rênimayiyên serok Barzanî wiha ne, ku em hizir li wê yekê bikin, ya ku duh me nekiriye bo vî milletî û vî welatî, em îro hewl bidin ku bikin. Pirs ev e, gelo tiştek nehatiye kirin? Belê hatiye kirin. Gelo hemû tiştek hatiye kirin? Nexêr, hemû tiştek nehatiye kirin, ji duh bêtir em dikarin bikin, belê em dikarin bikin, çima me nekiriye? Divê ji vir em hemû aliyên siyasî ji vî xalî ve biçin nava lêşeyên welatê xwe. Em deyndarê milet in, divê em hemû bihevre deynê milet vegerînin.”
Fazil Mîranî herwiha got: “Dabînkirina ewlehiya vî welatî û xelkê Kurdistanê û debara xelkê, karê me yê pêşîn e. Duh karê pêşîn ê hikûmeta kek Nêçîrvan û kabîneya wezareta wî bûye. Îro jî ev berpirsyarî dikeve ser milê kek Mesrûr Barzanî û hikûmet û tîma wî, çimku dabînkirina ewlehiyê û jiyana xelkê îro ji pêwîstiyên vî milletî ne”.
Sekreterê Polîtboruya PDKê daxwazekê arasteyê aliyên siyasî kir û got: “Îro dema vê yekê hatiye, ewên ku di desthilatdariyê de ne û yên ku li derveyî desthilatdariyê ne, her yek bi awayê xwe, yê ku di opozisyonê de be jî, dikare bi opozisyonbûneke rast ximzeta millet û welatê xwe bike, yê ku di hikûmetê de ye jî, bikare bi desthilatdariyekî baş û dadperwer xizmeta vî milletî û vî welatî bike”.