Civak

HDP: rewşa Ocalan başe

Biraziya Abdullah Ocalan parlementerê HDPê yê Rihayê da xûyakirin ku, birayê Abdullah Ocalan çûye Îmralî û li gel Ocalan hevdîtin kiriye.

Eve demek bû ku dihat îdiakiirn kesek Ocalan nabine û nizanin rewşa wî ya tenduristî çewene. Heta ji bo vê yekê hinek parlementerên HDPê greva birçîbûnê kirin. Omer ocalan di daxûyaniyekî de eşkere kir ku, birayê Ocalan serdana wî kiriye û rewşa Abdullah Ocalan jî başe.

Di vê derbarê de HDPê jî daxûyaniyek da û got: Mehmet Ocalan li gel Abdulah Ocalan hevdîtinek kiriye û rewşa Ocalan ya tenduristî başe. Emê daxûyaniyek berfireh di vê derbarê de belav bikin.

Gelo ev çiye ku HDP nikare îro di derbarê hevdîtina Ocalan de eşkere bike û dibêje emê rojên pêşîya me de daxûyaniyek berfireh ragihînî.

Nakokiyên navbera Ocalan û Qendilê de tê zanîn. HDP di vê derbarê de ne xwedîyê helwestekîye. Dema ji Qendil û HDPê re lazimbe navê Ocalan bi kar tînin. Lê di rastiya xwe de tê îdia kirin ku Perwin Buldan dema pêwistbe diçe Îmralî Ocalan dibîne. Herweha malbata wî jî dema vê yekê neke şovek siyasî dikare herê Ocalan bibînin.
Başe ev HDP û yên ji bo tenduristiya(?) Ocalan greva birçîbûne dikin, dê niha çi bêjin?

Back to top button