HDP dixwaze diyalogê li gel AKPê deynê
Ji bo hinek pirsgirêkan hevkariya di navbera AKPê û MHPê de hêdî hêdî têk diçe. Di kulîsên siyasî de gotubêjek heye ku, eger AKP û MHP ji hev dûr bikeve ,grubek di nava HDPê de dixwazin li gel AKPê di hilbijartinên herêmî de bi awayekî lihevhatinekî pêkbînin.
Wek pêşniyarên têne gotin HDP dikare li bajarên wek Stanbul Izmir û Enqereyê pişgiriya berbijêrên AKPê bikin. AKP jî li himber vê yekê behsa kayuma cihên ku HDPê kar bike neke.
Bê guman ev pirs piralî tê minaqeşekirin. Taybetî ji berî demekî hevserokê HDPê Sezai Temelî dabû xûyakirin ku, eger hukumet bixwaze pêvajoyek nû ji bo aşitiyê destpê bike em amadene li ser masê rûnin.
Dixweyê ji bo hilbijartinên herêmî grubek di nava HDPê de dixwaze diyalogê li gel AKPê deyne. Lê beşek ku xwedî giranînê naxwaze ev babet di nava HDPê de bê rojevê. Kesên ku diyalogê li gel AKPê dixwazin yên ku kurd têne naskirinin.