Diplomatê Amerikî behsa serokkomariya Iraqê dike
Dîplomatê Amerîkî û şirovekarê siyasî, ku pisporê karûbarên Kurdistanê ye jî, Peter Galbraith di vê baweriyê de ye, “kesê ku bikaribe kêşe û nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike, Dr. Fuad Husên e”, çimku bi gotina wî, Fuad Husên kesekî hizbî nîne, gelek ezmûna wî ya karkirinê jî li Bexdayê heye û ji dil berjewendiya xelkê xwe dixwaze.”Nivîskar û akademîsyenê amerîkî û pisporê karûbarên Kurdistanê, Peter Galbraith îro beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û derbarê rewşa Iraqê, Kurdistanê û herêmê de bersiva pirsên Rûdawê da.Peter Galbraith derbarê berbijêrkirina Dr. Berhem Salih û Dr. Fuad Husên bo posta serokomarê Iraqê got: “Rast e ez wan herduyan nas dikim, ew di demên cuda de dostên min bûn, lê belê min rêzeke zêde bo Fuad Husên heye. Ew kesekî nerm e û gelek têgihîştiye, kesek e ku hertim berjewendiyên Kurdistanê dixe pêş, ew kesekî hizbî nîne. Kesek e ku li Bexdayê kar kiriye û çend dostên wî li wê derê hene.”Galbraitht dibêje: “Ez pir kêfxweş bûm, ku Fuad Husên hat berbijêrkirin, bi baweriya min, ew kesekî pir baş e ku dikare kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Eger kesek hebe ku bikare wan kêşeyan çareser bike, ew Dr. Fuad Husên e.”Dîplomatê navdarê amerîkî bi Fuad Husên re axiviye û di vê bareyê de jî dibêje: “Ew kesekî miyanrew e, di hemû jiyana xwe de hewl nedaye ku bibe serokê Iraqê. Min jê pirs kir, ji 1970ê ve heta niha ti deman dihate xeyala te ku tu bibî berbijêrê serokê Iraqê. Di vê demê de ku hat neçarkirin, ku Iraqê terk bike û biçe û li Holanda bijî. Min jê pirsî, ti deman hatiye xeyala te ku bibî serokê Iraqê? Wî ji min re go; Na min tenê xewn bi wê yekê didît ku weke pêşmerge vegerim, lewma ew, ew zilam e ku berjewendiya xelkê xwe ji dil dixwaze.”Dr. Fuad Husên ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve bo posta serokomariya Iraqê hatiye berbijêrkirin. Serok Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe bo Fuad Husên nîşan daye û ra gihandiye: “Em bi hemû şiyanekê piştevanî li Dr. Fuad Husên dikin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.”Herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve jî Berhem Salih bo posta serokomariya Iraqê hatiye berbijêrkirin.Derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê de jî, Peter Galbright da xuyakirin: “Dema ku hikûmet ji aliyê xelkê ve bawerî pê tê dayîn, ew hikûmet bihêztir dibe û dikare rola Kurdistanê di asta navdewletî de bihêztir bike. Ez di vê baweriyê de me, ev yek zelel e ku eger mirov li encamên hilbijartinên Iraqê binihêre, dengderan li ser esasê kîjan partî baştirîn e jibo nûneratîkirina Kurdistanê û dîrokeke wê ya berevanîkirina li Kurdistanê heye, deng dane, li ser vê bingehê jî em dibînin ku encam dê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de çawan be.”