Cîhan

38. Kongreya Asayî ya CHP îro li Enqerê dest pê kir

Serokê Giştî yê CHP Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya kongreyê de got: “Divê Ez mecbûr mam ku bi xincerên di pişta xwe de têkevim hilbijartinê”.

Ji bo kongreya asayî ya CHP ya ku piştî hilbijartinên 14ê Gulanê nîqaşên “guhertinê” hatin kirin, jimartin bi dawî bû û kongre dest pê kir.

Di kongreya ku bi serokatiya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu tê kirin, wê îro serokê giştî bê hilbijartin û sibe jî meclisa partiyê (PM) û lijneya bilind a dîsîplînê (YDK) bên hilbijartin. 38emîn Kongreya Asayî ya CHP bi dirûşma “Di Sedsala Duyemîn de Demokrasî û Yekîtî” li Enqereyê civiya. Pankartên “Ger CHP biguhere Tirkiye diguhere” û “Guhdarî dengê kolanê bikin” ku li beşek salonê ji aliyê alîgirên Ozgur Ozel ve hatin daliqandin bal kişand.

Alîgirên Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu li beşek mezin a salonê pankartên “Kiliçdaroglu gel e, gel têk naçe”, “em ê bi demokrasiyê Cumhuriyetê tacedar bikin”, “kedkar, jin û ciwan bi birêz Kemal re bibin yek” daliqandin”.

JI BO SEROK BÊ HILBIJARTIN PÊWÎSTÎ BI DENGÊ 684 DELEGEYAN HEYE

Li gor rêziknameya CHP ji bo namzediya serokatiya kongreyê îmzeya ji sedî 5ê delegeyên kongreyê pêwîst e.

Di kongreyê de ku bi giştî 1367 delege hatin hilbijartin, ji bo bibe namzetê serokatiyê 69 îmze, ji bo serokatiyê jî herî kêm 684 dengên delegeyan pêwîst e. Ji bo serokatiya CHP qayîş û pêşbirk di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel de diçe û tê. Ozgur Ozel wek namzetê baskê guhertina CHP ye.

Ozel berî niha gotibû ku CHP dilê hilbijêrên Kurd ji xwe hiştiye û divê ew lêborînê ji Kurdan bixwazin.

Back to top button