Civak
356 rojnamevan li Îraqê hatîne kuştin
Sandîkaya Rojnamevanên Îraqê di raporeke xwe de diyar kir ku, ji sala 2003ê were hata nuha 356 rojnamevanên biyanî û îraqî ji aliyê grupên terorîst ve hatîne kuştin.
Li gor rapora Sandîkaya Rojnamevanên Îraqê, 172 rojnemevan bi kiryarên xwekujîyê, 162 ji aliyê çekdarên nenaskirî ve, 22 ji aliyên hêzên Ameîkayê ve û 2 rojnamevan jî ji bi destê leşkerê Îraqê hatîne kuştin.
Sandîkaya Rojnamevanên Îraqê di rapora xwe de dibêje: Her çiqas rewşa emnî ya Îraqê ber bi başiyê ve diçe jî, lê jiyana rojnamevanên îraqî û biyanî her di xeterê deye. Bi tenê îsal heta nuha 7 rojnamrevan hetîne kuştin.