Cîhan

35 dîplomatên Rusî ji Amerika tên derêxistin

Rêveberiya Amerîkayê ya Qesra Spî bi tohmeta mudaxeleya hilbijartinên Seroktiyê ku her çiqas nehatiye îsbatkirin jî biryar girt ku 35 dîplomatkarên Rûsî di 72 demjimêran de dersînor bike. Herwiha hat ragihandin ku dîrektorê Rûsî yê îstixbaratê jî di nav de dê ji bo 6 kesan siza bên dayîn.Hat ragihandin, bi hinceta ku ji bo îstixbaratê hatine bikaranîn biryar ji bo girtina nûnertiyên Rûsyayê yên li Maryland û New Yorkê hatiye standin, 35 dîplomatkarên Rûsî yên li Washington û San Fransiscoyê jî hatiye xwestin heta 72 saetan terka Amerîkayê bikin.NAVÊ HEMWELATIYAN JÎ DI NAV LÎSTEYÊ DE HENE Di nav lîsteya toleyên Amerîkayê yên ser Rûsyayê de navê hemwelatiyên Rûsî jî cî digire û Serokê Daîreya îstixbarata Derve İgor Korobov û 3 hemwelatiyên din jî hene. OBAMA: DÊ TOLE WERIN ZÊDEKIRIN Serokê Amerîkayê Barack Obama di daxuyaniya xwe ya ser toleyên Rûsyayê de gotibû, dê li ser Rûsyayê toleyên zêdetir pêk werin, lê dê hinek ji wan ji raya giştî re neyên ragihandin.  Sputnik

Back to top button